Jozêf Lehdo hişyarî da: Êrişên Tirkiyê dê çalakiyên DAIŞ'ê vegerîne

Jozêf  Lehdo li ser vegera çalakiyên DAIŞ`ê hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hişyar da û got, ger civata navneteweyî bi rastî dixwaze terror bi dawî bibe, divê dawî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bîne.

Jozêf Lehdo hişyarî da: Êrişên Tirkiyê dê çalakiyên DAIŞ'ê vegerîne
24 tebax, 2021   02:01
REQA-EHMED EL-ELÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê gelek rêbazên gefxwarinê bi kar anîn, ji wan tevgerkirina şaneyên veşartî, zêdekirina êrişên li ser xeta di navbera QSD`ê û çeteyên wê de, di demên dawî de jî bi rêya balafirên keşfê êriş pêk anîn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser Jozêf  Lehdo ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê û nexasim êrişên li dijî herêmên Zirganê û Ebrû Rasên, gefxwarineke eşkere li dijî herêmê ye.

Lehdo ev li gotina xwe zêde kir: "Di demên dawî de asta êrişên li dijî herêmên me zêdetir bûn. Dewleta Tirk di êrişên xwe de rêbazên nû bi kar tîne. Me dît ku balafirên wê yên bêmirov malên sivîlan bomebebaran kirin, di encamê de li herêmên Til Temir û gudnên girêdayî wê gelek qurbanî çêbûn.”

Lehdo da zanîn ku ev êriş liv û tevgera şaneyên veşartî  yên girêdayî DAIŞ`ê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk zêdetir dike û diyar kir ku dema şaneyên girêdayî dewleta Tirk bêçare man, dewleta Tirk destwerdan kir û êrişî herêmê kir da ku ew şane dîsa bikevin tevgerê.

Jozêf  Lehdo destnîşan kir ku hemwextî êrişên Tirkiyê gelek gotegot belav bûn, ji wan komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dê pêş ve werin, lê ev yek rengekî şerê derûnî ye ku dagirkeriya Tirk bi armanca tirsandina welatiyan bi kar tîne. Her wiha hêviyê dide çeteyên Tirkiyê û şaneyên wê.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Jozêf  Lehdo bal kişand ser berxwedana QSD`ê ya li dijî êrişên li ser herêmê û wiha dewam kir: "Bi saya berxwedana QSD`ê dê tu pêşdeçûn çênebe, QSD`ê li dijî hemû êrişan sekinî û erka xwe ya parastina herêmê û bersivdayîna êrişên komên terorîst bi cih tîne."

Lehdo bang li dewletên Ewropa û rojavayî yên aktîf kir ku erkên xweyên exlaqî bi cih bînin û êrişên li dijî herêmê rawestînin û diyar kir ku ev êriş jiyana welatiyan û ewlehiyê dixe xeteriyê.

Jozêf  Lehdo îşaret pê kir ku divê dewletên aktîf di şerê li dijî terorê de piştgiriya QSD`ê bikin û bi domdarî got: "Divê zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku êrişên xwe yê ku kiryarên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir dike û QSD`ê bi şerê li dijî şaneyan ve mijûl dike, rawestîne."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo wiha axaftina xwe dewam kir: "QSD`ê dikare parastina xwe û herêmê bike, di heman demê de herêm û cîhan ji terora DAIŞ`ê rizgar kir, lê civata navneteweyî hîn jî li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirk bê deng e."

(eh)

ANHA