Li bakurê Bexdayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyonekê dest pê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku ji bo şopandina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê operasyoneke leşkerî li bakurê Bexdayê, dest pê kiriye.

Li bakurê Bexdayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyonekê dest pê kir
23 tebax, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya serokwezîr Kazimî, di serdana Kazimî ya herêmê Tarmiyê de operasyona leşkerî li bakurê Bexdayê hat ragihandin.

Kazimî diyar kir ku têkbirina terorê berpirsyariyeke giştî ye û anî ziman ku divê plansaziyên ewlehiyê yên li dijî şaneyên veşartî ji nû ve çêkin û li aliyekî din dê hêzên leşkerî yên li Tarmiyê xurt bikin.

(dm)