MSD: Rûsya berpirsa êrişên Tirkiyê ye, divê Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe zelal bike

MSD li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker got, nîşaneyeke xeter e ku niyeta wê ya belavkirina aloziyeke mezin li herêmê eşkere dike. MSD diyar kir ku Rûsya berpirsê êrişan û bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de Amerîkayê kir ku li hemberî êrişan helwesta xwe diyar bike.

MSD: Rûsya berpirsa êrişên Tirkiyê ye, divê Koalîsyona Navneteweyî helwesta xwe zelal bike
22 tebax, 2021   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagireker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

" Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dijminane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di vê çarçoveyê de navendên Hêzên Sûriya Demokratîk û erebeyên sivîlan dike armanc. Di encama êrişên li ser bajarê Qamişlo û Til Temirê de gelek şehîd çêbûn.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk van êrişên terorîst ên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, berpirsyartiya êrişên Tirkiyê hildigirin ser hikumeta Rûsyay Federal. Em bang li hikumeta Rûsya û hêzên li Sûriyê dixebitin dikin ku van êrişan şeremzar bikin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên ji agirbestê re deynin, ji ber ku Rûsya aliyekî garantor ê vê peymanê ye.

Ev kiryarên dijminane yê Tirkiyê û sûcên dermirovî yên ku li dijî niştecihên resen ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî bêyî ku bersiveke navneteweyî jê re were kirin an nîşaneyeke cidî ya hesabxwestinê hebe, di rastiyê de cesaretê didê da ku êriş û û sûcên şer zêdetir bike, her wiha ewlehiya herêmê xirab bike û terorê li cîhanê belav bike.

Ev êriş nîşaneyeke xeter e ku niyeta Tirkiyê ya belavkirina aloziyeke mezin li herêmê eşkere dike.  Li ser vê yekê MSD bang li Koalîsyoa Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dike ku li hemberî kiryarên dijminane yên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bide. Her wiha bang li civata navneteweyî dike ku êrişên Tirkiyê şermezar bikin û ji bo muhasebekirina wê bixebite, ji ber ku kiryarên wê qanûnên navneteweyî û serdestiya dewletan bin pê dike û li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xeter e."

ANHA