'Ez sivîl im û dewleta Tirk erebeya min hedef girt'

Welatiyê bi navê Abdullah Çîman Hemê ku duh erebeya wî ji aliyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin got, “Ez sivîl im, dema karekî min li Kobanê hebû dewleta Tirk erebeya min hedef girt.”

'Ez sivîl im û dewleta Tirk erebeya min hedef girt'
22 tebax, 2021   06:35
KOBANÊ

Abdullah Çîman Hemê got artêşa Tirk a dagirker dixwaze tirsê di nava sivîlan de belav bike da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Duh di saet 22:15`an de, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya Abdullah Çîmen Hemê li gundê Qere Mezra yê başûr rojhilatê Kobanê, bombebaran kiribû.

Dewleta Tirk  a dagirker di 3 hefteyên dawîn de êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin. 19`ê Tebaxê balafireke bê mirov li bajarê Qamişlo erebeyek bombebaran kir, her wiha navenda têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û bi sedê caran herêmên nêzî eniyên şer ên Bakurê Sûriyê, topbaran kiriye.

20`ê Tebaxê QSD`ê daxuyaniyek da û topbarana dawî li dijî herêmê wekî qonaxeke nû ya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

Di encama êrişan de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok şehîd bûn.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ih0S5MLfUDo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>