`PDK`ê careke din dîroka xwe ya xiyanetkar dubare dike`

Şervana YPJ'ê Berîvan Kurdistan bal kişand ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re û got:"PDK`ê di dîrokê de gelek caran xiyanet kiriye û îro jî careke din dubare dike û bi rûyekî reş dikeve dîrokê."

`PDK`ê careke din dîroka xwe ya xiyanetkar dubare dike`
22 tebax, 2021   06:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervana YPJ`ê Bêrîvan Kurdistan ya ji Başûrê Kurdistanê ku ji 2016`an ve tevlî nava refên YPJ`ê bûye, diyar kir ku PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker dixwazin yekîtiya Kurdan parçe bikin û Başûrê Kurdistanê dagir bikin û wiha dewam kir:" Ji aliyê PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker ve polîtîkayek pir mezin li ser Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ji ber ku dixwazin yekîtiya Kurdan parçe bikin û Başûrê Kurdistanê dagir bikin.

PDK`ê di dîrokê de bi xiyaneta xwe tê naskirin, îro jî dîsa ev dîrok xwe dubare dike, alîkariya dewleta Tirk dike, da ku Kurdistanê û bi taybetî jî Başûrê kurdistanê dagir bike. PDK`ê dixwaze Başûrê Kurdistanê ji Kurdistanê cuda bike. Di bin navê ku wê Kurdistanê azad bike û Kurdistan bike welatekî serbixwe de, hevkariya dewleta Tirk dike. Lê belê bila PDK`ê baş bizane ku xiyaneta ku dike, di dîrokê de tê dubarekirin.

Berîvan Kurdistan bal kişand ser dagirkirin û talankirina li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê û got:" Êrişa PDK`ê û dewleta Tirk zarareke pir mezin dide xwezaya Başûr û gelê Başûr, wekî çawa Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn îro ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û tê xerabkirin û talankirin, Başûr Kurdistanê jî wê rastî heman rewşa xerabî û talanê were, lê mixabin PDK`ê ne di wê ferqê de ye. Xaka Başûr bi dewlemendiya xwe tê naskirin, PDK`ê û dewleta Tirk li ser vê dewlemandiya Başûr li hev kirine, ango PDK`ê Başûrê Kurdistanê firotiye dagirkeriya Tirk."

Şervana YPJ Berîvan Kurdistan di berdewamiya nîqaşa xwe de bang li gelê Başûr kir ku li hember van kiryarên PDK`ê dewleta Tirk a dagirker şer bikin û li ber xwe bidin û wiha dewam kir:" Bangawaziya min ji bo gelê Başûr û bi teybet jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê ew e ku nekevin bin bandora vê siyaseta ku tê meşandin, pêwîst e em li hember vê dagirkeriyê şer bikin û li ber xwe bidin, ji ber ku Başûrê Kurdistanê bi serhildanên xwe tê naskirin, em li dîrokê jî vegerin gelek serhildanên ji Başûrê Kurdistanê dest pê kirine, hene. Ji lew re pêwîst e ji dewleta Tirk û PDK`ê netirsin û divê gel li dijî siyasetên qirkirin û dagirkirinê derkevin qadan û li ber xwe bidin."

ANHA