Armanca Amerîka ne demokrasî ye

Armanca Amerîka ne demokrasî ye
22 tebax, 2021   05:55

SÎRWAN EZÎZ

Eger her mirovek rewşa niha li Rojhilata Navîn û Efgansitanê diqewime lêkolîn bike, yekser wê pirsek tenê di bala wî de bigere. Gelo Amerîka pirojeya xwe ya demokratîk çawa bi kar tîne?

Piştî şerê navxweyî yê di sala 1979’an de ku bû sedema derxistina hêzên Sovyetê ji Efgansitanê, tevgera Talîban ya radîkal di salên 1990`î de dest danî ser desthilatdariyê û gelê Efgansitanê bi rengê îslama tundraw bi rêve bir. Di 11’ê Îlona sala 2001’an de hêzên El-Qaîde bi serpereştiya Usama Bin Ladin ku tevgera Talîban wî li gel xwe bi cih kiribû, êrîşek li dijî Emerîka pêk anî. Ev yek jî hişt ku hêzên Emerîkî û bi alîkariya hevalbendên wê ji NATO û bi piştgirêkî herêmî, êrîş bibin li ser Efganistanê û tevgera Talîban ji desthilatdariyê dûr bixin. Êdî di wir de jî Amerîka mîna her car bi dek û dolabên demokrasiyê gelê Efganistanê xapand. Niha jî piştî 20 salan û ruxmê xerçkirina bi milyarên dolaran ji bo piştgirî û perwerdekirina hêzên hikûmeta Efgansitanê, tevgera Talîban di encama lihevkirinekê bi Amerîka re cardî vedigere ser deshilatdariyê.

Amerîka û bi riya serokê xwe Jeo Biden derbarê êrîşên herî dawî û têkçûna hêzên Efgansitanê li hember Talîban wiha nirxand; ‘’Armanca me li Efgansitanê ne avakirina demokrasiyê bû, lê belê erka hêzên me li wir tenê şerê terorê bû.’’ Di vir de ev pirs digere; Gelo çawa erka we şerê terorê bû û we peyman li gel Talîban muhir kir?!!.

Ev paşkişandina Amerîka ne cara yekê ye ku hevpeyman û hevalbendên xwe pê dixapîne. Jixwe dîrok şahidê gelek bûyerên bi vî rengî ne. Mîna Veîtnam di sala 1973’an de ku wê demê bi serokatiya Richard Milhous Nixon bû, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybet sînorê Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019’an de bi serokatiya Donald Trump û herî dawî jî Efganistan di sala 2021’an de bi serokatiya Jeo Biden. Ev yek jî dek û dolabên demokrasiya Amerîka dide nîşan. Amerîka bi vê paşkişandina xwe ya herî dawî dixwaze êdî şer derbasî Îranê bike, her wiha jî pê Çîn û Rusya kêm bike. Lê belê tu polîtîkeyên derve yên Amerîka di serdema Biden de heya niha ne diyare. Tişte diyar bû û diyar dibe roj bi roj ewe ku armancên Amerkî ne demokrasi ye, tenê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kar dike û li ser wê bingehê jî dikare gelan ji bo berjewendiyên xwe têk bibe û nimûneyên me yên derbarê vê yekê de jî pir in.

Her kes roja îro dizane ku şerên niha li cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn û dewrûberên wê diqewimên sedemên xwe ji nû ve dîzaynkirin e. Êdî dewletên kapîtalîst û di serî de Amerîka bi rêya tevgerên radîkal û di bin navê şerkirina terorê de hewl didin dîzaynek nû bidin cîhanê û welatan li gor berjewndiyên xwe yên taybet parve bikin. Mîna bikaranîna DAIŞ’ê di Îraq û Sûrî de ji bo lawazkirina Rûsya, têkbirina planên Îranê û her wiha parastina berjewendiyên Israîlê li herêmê. Jixwe diyare ku polîtîkeya Amerîka ne bi yek kesî yan jî bi rêya Kongresê tê meşandin, bi rêvebirina wê di rêya Gladyo tê meşandin ku Israîl hêza herî serekeye têde cih digire. Armanca wan ya sereke şerkirina demokrasiyê ye, jixwe ev yek îro li çiyayên Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî baş diyar dibe. Dewleta Tirk bi destekdayîna hin hêzên herêmê û bi piştgiriya Amerîka, xwe weke serik di vî şerî de nîşan dide. Tirkiye jî dixwaze pareke wê ji vê dîzayna nû hebe, her wiha pê re jî dixwaze Kurdan têk bibe, lewre di vê rewşa heyî de ku rewşa Efganistan bala raya giştî girtiye ser xwe, hewl dide hin deskeftiyan bi dest bixe.

 Êrîşên dawî yên dewleta Tirk berdewamiya planên Amerîka ye

 Di 24’ê Avrêla 2021’an de ku di heman demê de salvegera komkujiya gelê Ermenî bû ku bi destê Osmaniyan ve pêk hatibû, dewleta Tirk piştî ku erêkirina Amerîka bidest xist, êrîş bir ser çiyayên Kurdistanê û ew êrîş ta roja îro berdewam dike. Di heman wextî de êrîşên wê yên hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewame. Ya herî dawî jî êrîşa li navçeya Zirganê ku di encamê de gelek sivîl zerer dîtin, şehîd û birîndar bûn. Her wiha jî êrîşe li ser Şengal û şehîdxistina Rêheval Seîd û xwarzê wî Îsa Xwedêda berdewamiyên planên Amerîka yên şerê demokrasiyê ye ku Tirkiye serkêşiya wê dike.

Amerîka di Rojava de ji bo berjewendiyên xwe yên taybet di hin cihan de destek dide hêzên QSD’ê û di hin cihan de jî ji dewleta Tirk erê dike ku êrîş bike. Di vir de polîtîkeya Amerîka ya qirêj diyar dibe, jixwe ne pênasekirina statoya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo qada navdewletî yek ji van polîtîkeyên wê ne.Tişte ku niha ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî, her wiha Rêveberiya Xweser û QSD’ê tê xwestin ew e ku ji demê re baş şiyar bin, têkiliyên xwe yên deplomatîk pêş bixin û tecrubeya heyî baş biparêzin.

Planên dijmin li dijî herêmê wê berdewam bin, dibe ku di dema pêş de xwe ji herêmên heyî jî paşbikşîne, lewre pêwîst e gav û tevgera Rêveberiya xweser li gor van pîvana be. Eger em baş dijminê xwe nas bikin û dostên xwe jî baş nas bikin, wê demê mîna her car wê dijmin nikaribe dîrokê dubare bike.