Bi tecrîdê dixwazin çi bikin?

Bi tecrîdê dixwazin çi bikin?
21 tebax, 2021   05:17

Elî Welat

Destpêkê; tecrîd çi ye? Çima tecrîd? Mirov dikare li gorî nêzîkatiyê yan jî berjewendiyê binirxîne. Yanî tiştek, zîndiyek an jî mirovek îzole kirin, yan jî tune hesibandin e. Bê guman tiştê herî zêde balê dikişîne ku li ser mirov tê ferzkirin . Ew jî; tu bi carekê ji hemû mafan yekî/ê mehrum dihêlî, ji dinyayê qut dikî û bi halê xwe dihêlî. Her wiha ji aliyê civakî, aborî û çandî ve wî tene dihêlî.

Mirov dikare bi rengekî cuda û berfireh hîn jî vê pênaseyê veke. Ez bawer dikim her sal, dema ku mijar dibe rêber Apo, li ser pênaseya tecrîdê qederekê hatiye sekinandin û têra xwe jî hatiye vekirin û nîqaşkirin. Bê guman dema ku em di vê mijarê de rewşa rêber Apo di dîrokê de dinirxînin û em li gorî wê, rewşa niha dinirxînin. Rewşa rêber Apo bi pergala ku niha dibêje ez dinyayê bi rê ve dibim, eleqedar e. Vê pergalê jî li ser çi feresatê û çawa xwe ava kiriye, ew jî gelekî girîng e. Niha ev bi serê xwe tiştek e û nirxandineke berfireh û kûr dixwaze.

Lê rewşa rêber Apo pir cuda ye. Cudahiya vê çi ye? Jixwe rêber Apo dibêje “Ne hevalên li gel min rewşa min baş fêm kiriye û ne jî yên li hemberî min. Encax ez xwe bi xwe, xwe fêm bikim û ji ber wê jî ez her tim tenê mam.” Der heqê vê de gotinên dayika xwe bi bîr tîne û vê wek delîleke dahîbûnê (zanyar-zana) jî pênase dike. Dibêje; “Ez nebûm yê tu kesî û hin taybetmendiyên min ê pir cuda hene.”

BI JIYANEKE NÛ RE CIVAKEKE NÛ

Li ser kesayet û jiyana rêber Apo ji zaroktiyê heya roja me ye îro dayik, bav, meleyê gund, mamosteyan û gelek kesan erênî û neyînî gelek tişt gotine. Rêber Apo dibêje “Hîn ez deh salî bûm, min şoreşa civakî kir.” Dîsa dibêje “Hîn ez zarok bûm, min ev jiyan qebûl nekir û şerê min û yê dayikê jî, ji ber vê yekê dest pê kir.”  Der heqê dînê de jî rêber Apo, ji aliyê bawerî û manewiyatê ve çawa xwe zana kiriye û dîsa der barê dîn de tiştê ku herî girîng fehm kiriye; dîn çawa ketiye bin serweriya pergala desthilatdaran û bi çi rengî bi kar anîne? Ev mijar bi awayekî kûr û bi berfireh li ser lêkolîn kiriye û dahûrandiye û dibêje “Ez li ser vê mijarê gelekî hakim û zana bûme.” Dîsa rêber Apo dibêje “Min jiyana heyî qebûl nekir. Bi qendî ku ez dizanim min jiyana xwe li gorî xwesteka xwe ava kir.” Pir balkeş e, rêber Apo bi jiyana nû re civakeke nû ava dike. Ev jî di jiyana rêber Apo de xaleke pir girîng e. Yanî xisûsên ku rêber Apo ji derdor û civakê cuda kirine, gelek in. Her dem bi alternatîf, bi israr, bi xwestek, bi bawerî, nakokiyan dibîne û di cih û wextê de jê re çareseriyekê datîne, serî netewandin, jê nerevîn, pêşbîniyên xwe hîs kirin, qabiliyeta xwe ya îqnakirinê, lêhûrbûn, li ser tiştan kîlîtbûyîn, hevaltî, xweza hezkirin, tolgirtin,coş û wêrekî, zimanê xwe wek çekeke herî girîng şixulandin, bi mirov û xwezayê re têkilî danîn û hwd.

Rêber Apo piştre dît ku ew şerê ku bi dayikê re kiriye di heqîqetê de şerê ne dayikê ye. Ev şer yê pergala desthilatdar a baviksalar a pênc hezar salî ye. Dîsa rêber Apo di mijarê Kurd û Kurdistanê de, digot “Ev pirsgirêk her kesî didît, lê kesekî xwe nedaye ber. Her kes jê revî. Min dît û ez nerevîm. Ev pirsgirêkeke girîng e û pêwîst e were çareserkirin. Ji vê rev nabe. Rev ji bo min îxaneta herî mezin bû.” Girîngiya vê mijarê dema ku diçe dibistana seratayî ya gundê Cîbinê û dibîne ku jiyan û ziman cuda ye. Ta wê demê di nêzîkatiyên mamoste û xwendevanan de zimanê kurdî û tirkî dibe pirsgirêk û nakokî çêdibin. Li Kurdan û zimanê Kurdan heqaret tê kirin. Rêber Apo dibêje “Der heqê Kurdan de tiştên nebaş dihatin gotin. Ji Kurdan re digotin bidûvik, yanî wekî mirovan nedihatin dîtin. Muameleya heywanan lê dihat kirin û hwd.” Ya din jî çi ye? Tu mecbur î ku tu perwerdeyê bi zimanê tirkî bibînî. Ev jî ji bo Rêbertî tiştekî hem nû ye û hem jî biyanî ye. Dibêje “Min li vir nakokiyeke pir mezin dît. Du rêk li pêşiyê min hebûn. Yek, ez ê bi ya xwe berdewam bikim. Ez dizanim a min di rewşa heyî de pirsgirêkan çareser nake. Ya duyemîn, ez mecbûr im ku qebûl bikim û wisa berdewam bikim. Min ev nêzîkatî wek îxaneta destpêkê qabûl kir û min tirkî pejirand. Lê belê ev wek nakokiyeke pir dijwar di dilê min de ma. Min qet ji bîr nekir. Ez ê çawa bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê nebînim. Çima nêzîkatiyeke cuda bi Kurdan û zimanê Kurdan re tê kirin?” Dîsa der barê mijara Kurd û Kurdistanê de, dibêje “Dema ku min dest bi doza Kurd û Kurdistanê kir, min dizanî dinya dê were ser min.”

PIRSGIRÊK JI DÎROKÊ NE QUT IN

Baş e çi ye ev pirsgirêka Kurd ku her kes jê direve? Helwesta dijmin em bidin kêlekekê. Tenê ne Kurd, şoreşgerên ku xwedî teorî û hêzê bûn jî, jê direvîn. Ya herî girîng çi bû? Yên xwediyê dewlet, tevgerên sosyalîst û şoreşger bûn jî nêzî vê pirsgirêkê nedibûn. Hîn zêdetir berjewendî li pêş bûn. Em hemûyan reş nekin. Ji wan pir hindik xwediyê wijdan bûn. Lê ya wan jî ji gotinên masûmane wedetir tiştek ji wan nedihat. Yanî zêde hêvî nedidan. Rewşa gelê Kurd û Kurdistanê li holê bû. Çarenûsa ku dijmin ji bo wan diyar kiribû, hatibû qebûlkirin. Ji ber ku her dem qetlîam, koçberî, tunehesibandin û îxanet hebûye. Rewşa dewletên emperyal–global û dagirker û nobedarên wan yên statukoparêz jî der heqê Kurd û Kurdistanê de di navbera xwe de bi peymanên qirêjî her tişt binerd kirine û veşartine. Kî behsa Kurd û Kurdistanê dikir dişewitî. Jixwe digotin “Ew Kurdistana ku we xeyal dikir me kiriye tabûtê û her wiha tabût jî kiriye tirbê û ser tirbe jî beton kiriye.” Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku êdî li ser erdê tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê nemaye. Rêber Apo dibêje “Wê demê li Kurdistanê pelê darekê jî nedilivî.” Bi rastî jî heqîqeta Kurd û Kurdistanê wisa bû.

Baş e ev Kurdistan çima ew qas girîng e? Ev jî pirseke gelekî girîng e. Jixwe kîlîta vê pirsê di dest kê de be, ew dibe xwediyê çareseriyê û her wiha serweriya Kurd û Kurdistanê. Bê guman rewşa jeo-stratejîk û polîtîk jî girîng e. Me li jor jî gotibû. Qet tu pirsgirêk ji dîrokê ne qut in. Ji ber wê jî dîrok niha ye.

Heqîqeta rêber Apo pir cuda ye. Rêber Apo raza vê kilîtê fehm kiriye. Kilît bi xwe rastiya Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber ku Kurd û Kurdistan dilê Rojhilata Navîn in û Rojhilata Navîn jî dilê cîhanê ye. Li Kurdistanê yekemîn car bi pêşengiya jinan, Şoreşa Neolotîkê civakbûna mirovahiyê dest pê dike û ev belavî çar aliyên dinyayê dibe. Pergala şaristaniya desthilatdar a baviksalar li ser bingeha berhemên Şoreşa Neolotîk radibe û mezin dibe. Sîstema kapîtalîst-emperyalîst a roja me ya îro li ser mîrateya wê pergala şaristaniyê xwe gihandiye roja me ya îro. Rêber Apo li hemberî vê sîstema dîrokî ya şaristaniya kapîtalîst, wek alternatîf pergala nûjên a komunal û kollektîf, wekhêvîparêz û azadîxwaz, azadiya jinan diparêze, mirovî û xwezaparêz bi formata sentezeke Rojava-Rojhilat, li ser esasê kokê Şoreşa Neolotîkê, li ser vê erdê formule kir. Li gorî min hemû pirsgirêk ev e.

JI TÊKOŞÎNÊ RE DESTEKEKE XURT PÊWÎST E

Bê guman bi vê ve girêdayî eger tu têkoşîn û şerê pergalekê bikî, lazim e destê te xurt be. Destpêkê ji bo wan derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê derbeyeke pir giran bû. Vê derbeya giran çawa terîf dikin? Dema ku di sala 1979’an de li Îranê rejîma şah hilweşiya di belgeyên wê demê li sefaretxaneya DYA’yê de hatin destxistin, tê de behs dikin. Ya duyemîn; dema Pêngava 15’ê Tebaxê bû. Jixwe wê demê Turgut Ozal li plajê di nav avê de bû. Kenan Evren jî got “Em ê vî karî di 72 saetan de hel bikin.” Paşê xwediyên wan haresan mêze kirin ku rewş ne wekî ew dibêjin e û bi xala 5’an a NATO’yê mudaxeleya Tevgera Rizgariya Kurdistanê kirin. Baş e NATO çi ye? NATO rêxistina ewlekariyê ya di destê hêzên dagirker ên global de ye ku dibêjin em xwediyê vê cîhanê ne.

Eşkerebûna vê destwerdanê derxist holê ku ev Tevgera Azadiya Gelê Kurd çi qas li ser rêya rast e û bi erka doza mirovahiyê ya dîrokî rabûye. Bê guman ev rol û misyon, rastiya rêber Apo jî diyar dike. Ji ber ku mîmarê vê tevgerê ew e.

Niha rêber Apo hemû hîlê û xurdeyên wan, derew û durûtiyên wan derxistine holê. Va ye li ser erdê qet kesekî wekî rêber Apo nekiriye. Dîsa yê ku biryara vê daye, rêber Apo ye. Yê ku pîrozî û lanetiya vê dîrokê zelal kiriye û derxistiye holê, dîsa rêber Apo ye. Yê ku gotiye “Ev dîrok şaş hatiye nivîsandin. Pêwîst e ji nû de were nivîsandin” rêber Apo ye. Yanî rêber Apo dîrok li ser esasê wê, koka wê ji nû ve nirxandiye û heqê wê ked û rûmetê daye.

BI TECRÎDÊ DIXWAZIN ÇI BIKIN?

Bê guman dîsa mijar rastiya rêber Apo bi xwe ye. Dema ku mijar dibe rêber Apo, tu bixwazî nexwazî dualî dê werin pêşberî te. Rêber Apo rêberê gelekî ye û di heman demê de bi fikir û felsefeya xwe xwediyê projeyeke alternatîfa vê sîstema desthilatdar û baviksalar e. Ji ber vê yekê dixwazin rêber Apo asteng bikin.

Armanca wan çi ye? Ji ber ku êdî ev sîstema ew pê dimeşin, ji derveyî xirabiyê tiştekî naafirîne. Rewşa heyî êdî nayê qabûlkirin. Ji aliyekî ve şer, nexweşî, koçberî, birçîbûn, mirov bê manewiyat û hêvî hiştin, xirabûna xwezayê û hwd. Bi rastî jî niha li ser erdê ji derveyî qismek xwînmij û zaliman, rewşa mirovahiyê pir ne baş e. Ma li hemberî vê rewşê têkoşîn nayê dayîn? Bê guman tê dayîn. Lê belê pir parçe parçe ye, ji hev qut in û di wext û cih de dê enerjiya sîmbiyotîk nagirin, yan jî nadin hev. Yanî ew enerjiya ku hêzê dide hev û hev du xurt dike, qetqetî dimîne. Ev rewş tu bixwazî nexwazî, hem temenê vê pergala dijmirovahiyê dirêj dike û hem jî ji aliyê manewî ve li ser moralê, bandoreke neyînî dike, wê lewaz dike. Yanî xwe nagihîne sîstemeke paradîgmatîk a gelan a di asta global de.

Niha, li ser erdê yê ku xwediyê vê pardîgmayê ye, rêberê Tevgera Azadiyê ye û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd e. Ji ber vê yekê êriş dikin, asteng û tecrîd dikin, her ku diçe tecrîdê giran dikin. Ya din jî ev paradîgma hêviyê dide hemû mirovahiyê.

Dema ku behsa tecrîda giran a li ser rêber Apo dibe, pirî caran em vê mijarê zêde kûr û berfireh nabînin. Em pir sivik û seranser dinirxînin. Lê rêber Apo ne tenê şexsek e. Rêber Apo bi raman û felsefeya xwe, kesayetî, civak û dîrokeke nû afirand. Ev raman û felsefeya rêber Apo ji sînorên neteweyî de derketine û bûye gerdûnî. Heqîqet li holê ye. Yê ku li wir tê rizandin, hêvî û pêşaroja gelan e, evîna Zerdeştê ku pêxemberê hêşînahî û sewalan e û parêzvanê xwezayê ye. Ev 22 sal e li pey xwe hiştiye û ketiye 23 salan hîn di zindana Îmraliyê de ye. Yanî şert û zûrifên wê derê ne guncaw in. Jixwe tenê kesên dixwazin di demeke kurt de fîzîkî teswiyê bikin, dibin wê derê. Mînakên vê hene. Ji ber ku cihekî bi rutûbet e, laşê mirov dirizînê. Mirov bê hewa dihêle û di heman demê de mirov bê nefes dimîne. Li gel vê yekê bi xwe re gelek nexweşiyan jî peyda dike. Bi ser de jî mafên asayî yên girtiyan jî nadin rêber Apo. Ev demeke pir dirêj e, bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Nahêlin malbata wî jî biçe serdanê. Ji hemû mafên mirovî bê maf û mehrûm hiştine. Rêber Apo ji bo şert û zûrifên wir dibêje “Dixwazin çi anîne serê Ozal, Ecevît û Erbakan, bînin serê min jî.” Jixwe Ozal kuştin, Erbakan û Ecevît jî bi navê nexweşiyê tesfiyê kirin. Yek jî, rêber Apo dîroka wan pir baş dizane. Dîsa qala Adnan Menderes dike. Dibêje “Yawerê Adnan Menderes tê û jê re dibêje arteşê înqilab kiriye.” Adnan Menderes dibêje “Arteş tiştekî bi min nake.” Tabî wê arteşê Adnan Menderes îdam kir. Dîsa rêber Apo dibêje “Kujerê min tenê kîlometreyek û nîv dûrî min e. Rojekê êrişî ser min kirin û li min dan û sixêf kirin.” Yanî gelek tişt anîn serê rêber Apo. Niha jî ev salek e em tu agahî jê nagirin. Tiştê herî xeternak axaftinên hin fermandar û endamên faşîst ên MHP’ê bûn. Digotin “Em ê wî bi wextê re giran giran bikujin.” Dîsa li Girava Îmraliyê hunermendê nemir Yilmaz Guney jî ma. Êdî laşê Yilmaz Guney ber bi rizandinê ve diçû û pir giran nexweş bûbû. Yekî wekî Yimaz Guney li wir bimire dê li ser dewleta dagirker a faşîst zextên pir giran bikira. Ji ber wê yekê bi rêbazekê ji zindanê dan revandin û piştî çend salan li Parîsê wefat kir.

EV SÎSTEM JI ALIYÊ HÊZÊN GLOBAL VE TÊ BIRÊVEBIRIN

 Jixwe dema ku rêber Apo anîn wê derê, rêber Apo dibêje”Li vir ya destpêkê ku li girtîgeha Îmraliyê ez pêşwazî kirim jineke temen mezin bû û bi navê YE’yê li vê derê bû.” Sîstema wir rasterast bi hêzên kûrewî ve girêdayî ye. Ew dimeşînin. Dewleta Tirk a dagirker a faşîst jî tenê jendermetiya wê dike. Yanî harestiyê dike. Qet xeberê dewletê jî tune bû. Jixwe ji bo rêber Apo, Ecevît got “Çima ev anîn gel me, min fêm nekiriye.”

Rêber Apo dema ku di dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an derket derve, di cewher de ji bo ku ji pirsgirêka Kurd û Kurdistanê re çareseriyeke siyasî pêydê bike derket. Bêgûman rêber Apo xwe amade kiribû. Hêjayî gotinê ye; ji sala 1993’an vir de û bêhtir jî salên dawî, yanî salên 96, 97 û 98’an ji milê teorîk û siyasî ve qederekê guhertin bi pêş xistibûn. Di van salan de hin agirbest pêk hatin û di heman demê de jî çi bi dewleta Tirk a faşîst û çi jî di astên cuda yên dîplomatîk re bi dewletên din re têkilî hatin bipêşxistin. Jixwe dewleta Awusturya fermî vexwendibû. Hatin çûyîna dewletên weke Yunanîstan û Rûsya jî hebûn. Yanî gelek hatin û çûyîn pêk hatin. Tabî wan serdanan baweriyek jî dabû. Yanî rêber Apo êdî gihaştibû wê encamê ku ev pirsgirêka bi vî halî namîne û pêwîst e jê re çareseriyek bê dîtin. Li gorî min ew dagirkerên kûrewî ji bo vî tiştî ne amade bûn. Û ya din jî dema ku hêzên kûrewî di bin pêşêngiya DYA de Projeya Mezin a Rojhilata Navîn di sala 1990’î de pêk anî, yê ku bi qezenc derketî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Pêwîst bû ev proje biketa meriyetê. Ew deh salên ku ji bo navberê diyar kiribûn jî diqediya û lazim bû êrişeke berfireh bihata kirin. Rêber Apo li pêşiya vê jî asteng bû. Bêgûman hesabên cuda yên Îsraîl, Îngilistan, Almanya û hwd. jî hebûn. Disa hesabên Yunan û Rûsan jî pir cuda bûn. Helbete van dewletan ji Tirkan gelek tişt birin. Li vê derê bi kevirekî çend çûk kuştin.

Rêber Apo di wan rojên ku li Atina, Moskov, Roma, Kenya-Naîrobî bû, dibêje “Pêwîst e ez di dawiya vê macereya bi xof û xetere de destpêkeke nû bikim.” Êdî hewce didît paradîgmaya berê were guherandin û li ser vê lêhûrbûn çêdike. Ew paradîgmaya ku fereseta dewletê diparast û di şexsê hem modernîteya kapîtalîst û hem jî sosyalîzma pêk hatî de îflas kiriye berda. Û di heman demê de amûrên ku xizmeta wê dikirin jî berda. Xwe ji paradîgmaya hiyerarşîk a desthilatdar a baviksalar qut kir û dûr xist. Û li ser nirxên ku bi salan bi kedeke bêhempa afirandiyê û di heman demê de yên mirovahî û her weha yê rastiya xwezayê ji nû de bi destgirt û hîmên paradîgmayeke nû danî. Ji vê re got”Jidayikbûna-derketina Sêyemîn.” Rêber Apo vê guherîn û veguherînê wisa tîne zimên, “Dibêjin encax dema mirov were li ber kendalê pê re bask çêdibin.” Guherîn û veguherîna zêhniyetê zanabûnekê dîrokî ye kûr hewce dike. Ev feraseta nû dewleta netewe  esas nagire. Derveyî netewedewletê  hemû beşên civakî ji xwe re esas digire. Dewletê xira nake û li şûna wê dewletekê ava nake. Ji xwe re parastina cewherî esas digere. Îşê xwe bi sînoran re nîne. Jin û ciwan lîngên xwe yên stratejîk in. Bi aqilekî civakî û xwezayê wê tev bigere. Wê ji xwe re zanîstê civakî esas bigire. Û li ser pîvanên demokrasî, ekolojî û azadiya jinan bimeşe û bi awayê komûn, meclis, akademî û kooperatîfan xwe înşa bike. Wê civaka exlaqî û polîtîk esas bigire.

Me li jor gotibû, eger tu li hemberê pergalekê têkoşîn  yanî şerekî bikî, pêwîst e destê te ji aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve xurt be. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya nû bersiv da. Ew li bende bûn ku rêber Apo xwe û Tevgerê tasfiyê bike. Ji ber ku dem jî diyar kirîbûn. Dîtin ku rewş wekî ku wan hêvî dikir, nebû. Berovajî rewşeke xurttir û afirîner derket holê, vê carê şoq bûn.

Bê guman rêber Apo tenê bi teoriyê îzahata xwe nekir. Bi sîstema xwe û bi pratîka xwe yek bi yek ev hemû kire meriyetê. Girîngiyeke di asteke pir bilind de daye xebata entellektuel. Sîstema ku ava bike ji her alî ve têr û tijî bi feraseteke nû bi pêş xist.

PARADÎGMA BÛYE DERMAN

Belavî çar aliyê cîhanê bûye. Jin û ciwan vê feraseta nû ji xwe re dikin al û her roj vê alê bilindtir dikin û bûne pêşengên vê feresetê. Di nava şoreşê de şoreşan dikin.

Ji ber vê yekê jî hêzên dagirker û desthilatdarên global vî tiştî nikarin daqurtînin. Û bi hemû amûrên xwe yên qirêjî êrişî rêber Apo û tevgerê dikin. Ji ber ku êdî teşhîr bûn. Rêber Apo got ‘qral êdî tazî ye’. Ji destê wan were dê ji her aliyê ve êrişên xwe berdewam bikin û nirxên ku ketine destê me, ji me bigirin. Me bixin bin kontrola xwe. Me marjînal bikin û li ser rêber Apo zextên xwe hîn bi awayekî hovanê bidomînin. Yanî dê li ser me hesabên qirêjî bikin. Jixwe dikin. Derdorên hevkar (noker) jî çalaktir bikin.

Niha pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk sîstemê ku li ser nirxên dayik-jinê hatine ava kirin, dermirovî ne. Rêber Apo ji vê re got “Li dijî şoreşê ye.” Ev xizmetî civakbûna mirovan nake û dûrî rastiya xwezayê ye. Yanî dûrî pîvanên gerdûnî ne. Ji ber vê yekê jî şaş e. Ê tiştên şaş jî li jiyanê rast nabin. Niha têkoşîna ku tê dayîn ev e. Ew ê li dijî şoreşê ye û şaş dijî, dibêje ez heq im. Yanî mafdar im. Hêza min heye. Ez têra xwe dikarim derewan jî bikim. Jixwe dikim û karê xwe jî didim meşandin. Eger hêza te hebe ku min ji nav bibî, bi kar bîne. Mesele ev e.

Ev jî çi dide xuyakirin? Em ê pir bi aqilekî çareserker bixebitin. Yanî mesele ne tenê em çi qas mafdar in yan jî rast in. Eger em vê paradîgmayê bi awayekî, wekî guherîn û veguherîna zîhniyetê nebînin, hîn zêdetir nekin malê mirovahî û gelan, dê timî destê rêber Apo zeîf bimîne.

Wekî encam; rêber Apo mirovekî azad e. Vê rewşê xwe ji erkdarê zindanê re dibêje. Dîsa dibêje “Ji bo çareseriya pirsgirêkan dewlet jî tevger jî li benda min e. Min wekî çareserker dibînin. Lê ez girtiyek im.” Tiştek nemaye ku rêber Apo nedaye me. Eger em li gorî vê rastiyê tê bikoşin em ê bikarin rêber Apo ji zindanê derxin. Rêbertiyek ku bi fîzîkî azad bûyî, gelê Kurd û mirovahiya ku pir nêzîkî azadiyê bûyî ye. Tiştê ku rêber Apo ji me dixwaze ev e; avakirina cîhaneke zêdetir nêzîkî azadiyê bûyî.

ANHA