​​​​​​​Di êrişên li ser Zirgan û Til Temirê de pîrejinek û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirgan û Til Temirê de pîrejinek û leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Di heman demê de balafirên keşfê digerin.

​​​​​​​Di êrişên li ser Zirgan û Til Temirê de pîrejinek û leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bûn
17 tebax, 2021   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirganê de pîrejinek birîndar bû.

Her wiha di topbarana li ser gundê Tewîla yê Til Temirê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê bi navê Beşar Salih birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê.

Beriya çend kêliyan jî di encama topbarana li ser navçeya Zirganê de zarokeke hate qetilkirin û yek din birîndar bû.

ANHA