Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin

Li Helebê bi sedan kes daketin qadan û nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê da.

Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Şengalê li Helebê hatin şermezarkirin
17 tebax, 2021   19:11
HELEB

Mala Êzidiyan bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyan li pêşiya hola civînana a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kirin. Şêniyan wêneyên şehîdên Şengalê û pankartên bi nivîsên "Bi berxwedana şêniyên Şengalê em ê tevahî gelên bindest rizgar bikin" hildan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Şengalê berz kirin.

Meş li Qada 7 Şehîdan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

Ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Koordînasyona Jinên Êzidî ya Rojava Nîroz Ado axivî. Nîroz diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser Şengalê bi armanca qirkirina Êzidiyan e û got: "Civaka Êzidî dikarî xwe ji 73 fermanan rizgar bike, bi xaka xwe ve girêdayî me û ji nû ve rabû û xwe bi rêxistin kir."

Nîroz Ado bi domdarî got: "Ev sûc berdewama peymana di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û Bexdayê de ye ya bi destekdayîna hikumeta Erdogan e da ku civaka êzidî tune bike û Şengalê wêran bike."

Nîroz bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin û gefên li ser Şengalê rawestînin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Serhed Mihemed diyar kir ku êrişên li ser Şengalê berdewama êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî ye û binpêkirina mafên êzidiyan û hedefkirina rêveberiya xweser a Şengalê ye.

Serhed Mihemed di dawiyê de li hemberî êrişên Tirkiyê banga hevgirtinê li gelên herêmê kir û banga li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybet bikeve tevgerê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UqkaWnPeXRs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>