Serokkomarê Lubnanê: Îstîfa nakim, ez ê heta dawiyê erka xwe bi cih bînim

Serokkomarê Lubnanê Mişel Ewn got: "Ruxmî hemû astengî û hemleyên reşkirinê, têkoşîna me ya ji bo jinûve avakirina vî welatî berdewam e." Her wiha got, ew ê îstîfa neke û heta dawiyê erka xwe pêk bîne.

Serokkomarê Lubnanê: Îstîfa nakim, ez ê heta dawiyê erka xwe bi cih bînim
16 tebax, 2021   14:33
BEYRÛT

Serokkomarê Lubnanê Mişel Ewn got: "Ruxmî hewldanên hin aliyan ên bi armanca astengkirina avakirina hikumeta nû, em bi hêvî ne ku bi rêya avakirina hikumeke nû di çend rojên bê de bighêjin çareseriyekê ji aloziya heyî re."

Ewn anî ziman ku tevî ku wî karbidestî  winda kirine lê di avakirina hikumetê de bi serokê erkdarkirî re şirîk e û mafî wê heye ku navan pêşniyar bike.

Ewn di hevdîtina xwe ya îro ya li Koşa Bebeda ya ligel şandeya Meclisa Niştimanî ya Kombûna Ji bo Lubnanê ya Fransayê de got, tevî hemû astengî û hemleyên reşkirinê, têkoşîna wî ya ji bo jinûve avakirina welat berdewam e û dê îstîfa neke û heta dawiyê erka xwe bi cih bîne.

Bi navê Mecilsa Niştimanî ya Kombûna Ji bo Lubnanê Êlî Hedad got, ew ê li gel serokkomar bin heta ku Lubnanê bighêje aramiyê û xebatên xwe di hemû astan de li Fransayê dewam bike û destekê bide Lubnaniyan.