Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye

Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser geşedanên siyasî yên li herêmê li dar xist. Di panelê de hate gotin, diyaloga sûrî-sûrî çareseriya herî guncw ji krîza Sûriyê re ye.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
Partiya Sûriya Pêşerojê: Diyalog çareseriya herî guncaw ji krîza Sûriyê re ye
16 tebax, 2021   14:08
REQA

Panel li hola navenda çandê ya bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, leşkerî, endamên Meclisa Sivîl a Reqa, gelek rûspî û şêxên eşîrên Reqayê hate lidarxistin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre cîgira Serokê Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxe Ebdî bixêrhatina beşdaran kir û bernameya panelê eşkere kir.

Dûvre Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan axivî û wiha got: "Em Rêveberiya Xweser xeta sêyemîn vebijart û bi wê re em hewl didin krîza Sûriyê bi rêya nenavendîbûnê çareser bikin."

‛RÊVEBERIYA XWESER PROJEYEKE NIŞTIMANÎ YE’

Îbrahîm El-Qeftan got, projeya Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û ne parçebûn e û wiha domand: "Em yekitiya xaka Sûriyê diparêzin ku paytexta wê Şam e, lê bêyî ku navendîbûn di rêvebirinê de hebe."

El-Qeftan da zanîn ku wezîrê berê yê hikumeta Şamê û serokê Partiya Vîna Gelan Qedrî Cemîl gotibû ku ji bilî pergaleke nenavendî û vegera li biryara 2245’an krîza Sûriyê çareser nabe.

El-Qeftan eşkere kir ku di civîna Astanayê de behsa pêdiviyên herî hêsan ên gelê Sûriyê nehatin kirin, ew jî hewcedariya ava çemên Dicle û Firatê ye.

Têkildarî berjewendiyên dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin, El-Qeftan wiha pê de çû: "Dewletên derve yên destwerdan li Sûriyê kirine mîna dewleta Tirk, Rûsya û hwd, li gorî berjewendiyên xwe dixebitin û naxwazin ev krîz bi dawî bibe, berovajî wê dixwazin dirêjtir bike, da ku tevahî berjewendiyên xwe pêk bînin."

‛JI BILÎ DIYALOGÊ TU ÇARE JI KRÎZA SÛRIYÊ RE TUNE NE’

Girêdayî vê yekê, Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr El-Dîb wiha got: "Ji bilî diyaloga sûrî-sûrî tu çare ji krîza Sûriyê re tune ne. Divê sûrî li hev bicin û nîqaş bikin, da ku bigihînin çareyeke bingehîn û vê krîza ku şêniyên herêmê wêran kirin, bi dawî bikin."

El-Dîb bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi armanca derbekirina mûzaîka civakî berdewan dike. Ji hezaran salan ve Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û pêkhateyên dîtir bi hev re li herêmê dijîn. Lê ev yek li kêrî berjewendiyên dagirkeriya Tirk neyê."

El-Dîb destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser di oxira rizgarkirina herêmê ji qirêjiya terora DAIŞ’ê de 11 hezar şehîd dan û niha jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê disekinin û xaka xwe diparêzin.

El-Dîb anî ziman ku Rêveberiya Xweser hewl dide rewşa xizmetguzarî baş bike û ji nû ve binesaziya herêmên nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin ava bike.

Li ser pirsa beşdarekî ya çi sûd ji diyaloga bi hikumeta Şamê re heye, çer ku bersiva xwesteka şêniyên gelê Sûriyê nade û Rêveberiya Xweser nas nake.

‛DIVÊ RÊVEBEIRYA XWESER WERE NASKIRIN’

Îbrahîm El-Qeftan ev tişt got: "Her tim bingehên dan û standinê hene û stratejiya me xwe dispêre diyaloga bi tevahî aliyan re. Gelo şer û rageşî bijarte ye yan diyalog? Bê guman diyalog bijarte ye. Ji ber bi rêya diyalogê em dikarin aliyên navneteweyî îqna bikin ku em diyalogê dixwazin û şer naxwzin. Bi wê re dê Rêveberiya Xweser were naskirin."."

Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were naskirin, ji ber projeya herî guncaw ji çareserkirina krîza Sûriyê re ye."

(fr)

ANHA