Fermandariya YBŞ: Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku îro li Şengalê pêk hat de, fermandarê wan Seîd Hesen û biraziyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne, 3 sivîl jî birîndar bûne.

Fermandariya YBŞ: Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn
16 tebax, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagiker ku îro li hemberî navenda Şengalê pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de wesayîtek me ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker ve hat hedefgirtin. Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin, 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûn.

Ev êrişa faşîst-qirker a li hemberî gelê Ezîdî ne cara yekemîn e, ev êrişên dewleta Tirk, berdewamkirina qirkirina gelê Ezidî ye. Li hemberî mafên Êzidiyan, li hemberî xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye.

Beriya 3 salan çawa ku hevalê Mam Zekî ji hêla dewleta faşîst a Tirk ve hat hedefgirtin, îro Heval Saîd jî bi heman armancê hat hedefgirtin. Heval Seîd, bi salane ji bo gelê Êzîdi bikaribe xwe rêxistin bike, pêşengtî kiriye. Ji bo ku gelê Êzidî xwe biparêze fermandarî kiriye. Di fermanê de jî li hemberî êrişan di eniya pêş de rola esasî lîstiye. Her wiha ji bo ku karibe êşên gelê Êzidî di qada siyasî de bide nîşandan, bû zimanê gelê xwe. Ji bo parastina Êzîdiyan bû hêza baweriya gelê xwe.

Xwîna fermandarê hêja û mezin Heval Saîd li erdê namîne, heta ku ev faşîzma dewleta Tirk têk diçe, wê berxwedana me bidome. Bi hezaran şervanên heval Seîd wê bi awayekî fedaî rola xwe bilîzin.

Em bang li hemû gelê me yê Êzidî, gelê me yê Kurd, mirovên bi rûmet dikin ku li hemberî êrişên faşîst dengê xwe bilind bikin, xwedî li şehîdan derkevin.

Soza me ji Şehîd Seîd, Şehîd Mam Zekî û Şehîd Îsa re ewe ku em xeyalên wan ên Şengala azad, demokratîk û xweser pêk bînin û gelê xwe biparêzin. Em soz didin ku emê li ser şopa şehîdan serkeftinê mîsoger bikin".

ANHA