ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2021
15 tebax, 2021   23:00

-2 çeteyên ku hatine dîlgirtin got, wan ji ber tirsê qebûl nekirin şer bikin û piştre ew şandine mirinê, her wiha da zanîn ku piranî komên çete di serî de çeteyên El-Qeqaa ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusra re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Til Temir der barê berdewamiya topbaranên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gundanan de nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew ji rola hêzên Rûsî li gel berdawamkirina êrişên dagirkeriya Tirk bi guman in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Zanîngeha Şerq a Reqayê diyar kir ku  wan  hejmareke biçûk ji xwendekaran pêşwazîkirine da ku komeke baş ji kesên pispor û xwedî bawernameyan were bidestxistin ku ew ê ji vê zanîngehê derbiçin. Hevserok da zanîn ku hîn jî pêşwaziya xwendekaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Odeya Çalakiyan a Hevya Sor a Kurd diyar kir ku pêla çaran a vîrusa koronayê bandorê li mirovên ji hemû temenan dike û rêjeya pêketiyan li herêmê zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku azadiya xwe di tevgera azadiya Kurdistanê de dît, bi Pêngava 15`ê Tebaxê re hêviya wan a azadiyê mezintir bû. Şêniyên Rojava dibêjin “Destpêkirina têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk di wê demê de, mucîzeyeke mezin bû û bû hêviyeke mezin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Helebê diyar kir ku êrişa xedar a li dijî komeke gerîla rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku li erda Baûrê Kurdistanê rûbera dagirkirina xwe berfirehtir bike û li ser vê yekê bang li PDK`ê kir ku di zûtirîn dem de aqûbeta gerîlayan eşkere bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêngava 15`ê Tebaxê zemîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê ava kir. Xerîb Hiso têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê got:“Me bi ruhê Pêngava 15`ê Tebaxê anku Bihara Gelan dest pê kir. Lewra şoreşa me bandoreke mezin li ser asta herêmî  û cîhanî çêkir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Koordînasyona Kongreya Star a Qamişlo nerazîbûn nîşanî siyasetên PDK’ê dan û banga serbestberdana endamên RJAK’ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hemdan El-Ebid li ser firhekirina desthilata dewleta Tirk li herêmên Rojhilata Navîn hişyarî da û got armanca wê ew e ku serdema împratoriya Osmanî vejîne. Her wiha bang li Yekîtiya Ereban û Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku destwerdanê bikin û projeya dagirkeriyê, rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê bi pêşketineke girîng bi nav kir û got, ev nûnertî dê roleke girîng di kar û xebata bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê bang li civata navneteweyî kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike da ku parastina hîmên jiyana hevbeş a li herêmê bike û aştiyê li Sûriyê jî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê kar û barên Sûriye û Tirkiyê di Saziya Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan de Mihemed Mixtar got, li gel aloziyên li Rojhilata Navîn yekitiya Kurd û Ereban pêwîstiyek e û rêya tekane ya li rêgirtina li ber destwerdanên derve û gefên terorê ye. (BI WÊNE).

ANHA