Çeteyên Tirkiyê baceyan li şêniyên Efrînê ferz dikin

Çeteyên "Cehba El-Şamiya" ya bi serkêşiya çete Şamo baceyan li cotkaran gundê Tirindê yê Efrînê ferz dikin. Li aliyekî din çeteyên "Ehrar El-Şerqiye"miqdarek mezin a pereyan li welatiyekî Kurd ku tembûran çêdike, ferz kir.

Çeteyên Tirkiyê baceyan li şêniyên Efrînê ferz dikin
15 tebax, 2021   14:15
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihandin, çeteyên "Cebha El-Şamiya" li gundê Tirindê yê navenda bajarê Efrînê li bermaberî destûrdayîna çandiniyê 100 lîreyên Tirkiyê li her cotkarekî ferz dikin, cotkarên ku pere nedin nahêlin zeviyên xwe biçînin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên li derdora şirîketa kehrebê ya taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê 200 lîreyên Tirkî li cotkarên ku zeviyên nêzî kendalê avdanyê ferz kir û parastina cotkaran kir hinceta vê yekê. Her wiha gefa qedexekirina çandinî an şewitandina zevî li cotkarên ku bace nedin xwarin.

Li aliyekî din çheman çeteyan 200 dolar li welatiyê Kurd Mihemed Necar ferz kir ku werşeya wî ya çêkirina tembûran li taxa Mehmûdiyê heye. Çeteyan gef li Necar xwar ku heger vî miqdar pere nede dê werşeya wî were desteserkirin.

ANHA