Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirekr li gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê du bira revandin.

Li Efrîna dagirkirî revandina sivîlan didome
15 tebax, 2021   13:14
ŞEHBA

Li Efrîna dagirkirî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan bê navber didomin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî" vê sibê saet 06:00'an, li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê du bira; Ciwan Mistefa Şêxo (18) û Rûken Mistefa Şêxo (24) revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan her du bira birin cihekî nediyar

ANHA