Şêniyên Dirbêsiyê: Em li ber êrişên dewleta Tirk serî natewînin

Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin û piştrast kirin ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin da ku ax û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em li ber êrişên dewleta Tirk serî natewînin
15 tebax, 2021   06:43
HESEKÊ

Dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û yekser sivîlan dikin hedef. Her wiha li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne, di vê dawiyê de malek li navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de 4 kes ji malbatekê hatin qetilkirin.

Têkildarî wê, welatiyê bi navê Welîd Hesen ê ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk li ser rêgezên koletî, dagirkerî û tunekirina gelên din ava bûye, ji lew re ev çend sal in ku sûcên herî hov li dijî gelê kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û niha jî rojane êrişan li dijî herêmê  pêk tîne û yekser sivîlan dike armanc û li pêş çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne.

Hesen got, ka rêxistinên mirovahî û Neteweyên Yekbûyî li hemberî komkujiya ku li dijî maleke sivîl li Eyn Îsayê pêk hatiye, li ku derê ne?

Hesen di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye li ber xwe didin û têdikoşin da ku ax, rûmet û destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin.

Welatiyê bi navê Îsa Mêroz diyar kir ku dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan tijî ye, her wiha ji beriya çend salan ve li hemû deveran êrişî gelê kurd dike û li dijî ewlehiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê gefan dixwe, lê belê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye serî li ber wan êrişan natewînin. Her wiha dê berxwedana xwe bidomînin da ku axên ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, biparêzin.

Her wiha şêniyê bi navê Hîşam Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ewlehiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi saya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û rewşa aram û aştiyane ku bi saya projeya Rêveberiya xweser pêk hatiye, hedef digire.

Selahedîn Biro jî destnîşan kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û got:" Di dirêjahiya dîrokê de dewleta Tirk hewl dide gelê kurd û her gelekî ku li hember xewnên wê yên dagirkeriyê bisekine, tune bike. Her wiha êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc jê ew e ku gelê kurd tune bike û tevahî Kurdistanê dagir bike, lê belê bi saya berxwedana gelê kurd û şervanên wê dê tevahî plan û êrişên wê têk biçin."

Biro di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Rojava li dijî êrişên dewleta Tirk û dijminên kurd bi ser ket, ji ber ku ji xwe re rêxistineke demokratîk ava kir û hemû pêkhate tê de dijîn. Hemû pêkhateyên wê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya xwe di xendeqekî de şer kir.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KW18nn3nu9U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>