Suryanên ortodoks amadekariyên pîrozkirina ‘Cejna Tirî’ dikin

Piştî rojiya 15 rojan, suryanên ortodoks ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pîrozkirina ‘Cejna Tirî’ dikin.

Suryanên ortodoks amadekariyên pîrozkirina ‘Cejna Tirî’ dikin
14 tebax, 2021   06:07
RÊNAS REMO- QAMIŞLO

Li gorî baweriya xiristiyanan, Dayika Meryem di 15'ê Tebaxê de bi laş û giyanê xwe ve hilkişiyaye asîman û ev roj wek Cejna Tirî anku Cejna Qebûlkirina Dayik Meryemê tê pîrozkirin. Li gelek welatên wekî Sûriye, Fransa, Îtalya û Lubnanê ev roj betlaneyeke fermî ye.

Bi vê boneya olî û civakî, Suryanên ortodoks roja 15'ê Tebaxê li gundê Til Cîhan ê li rojavayê navçeya Tirbespiyê kom dibin û pakêtên tirî belav dikin.

Rewşenbîrê Suryan Yûsif Îlya destnîşan kir ku Suryanên ortodokes ên Tirbespiyê li gundê Til Cîhan vê cejnê pîroz dikin û got li gel pîroziya olî ya vê cejnê boneyeke civakî ye jî ku hemû Suryanên kantona Qamişloyê li hev re pîroz dikin.

Îlya diyar kir ku hemû pêkhate bi xwişk û birayên xwe yên Suryan re vê boneyê pîroz dikin û hevalên xwe yên misilman û êzidî vedixwînin pîrozbahiyên vê cejnê. Her wiha destnîşan kir ku pîrozkirina van boneyan derfetek e da ku adet û kevneşopên Suryanan li Rojhilata Navîn parastî bimînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wzVCDGTdM64" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>