Li Derayê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê 5 êriş pêk hatin

Çekdarên xwecih di çend saetên dawîn de li dijî nuqte û bendên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê bakurê gundewarên Derayê 5 êriş pêk anîn.

Li Derayê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê 5 êriş pêk hatin
12 tebax, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) di çend saetên dawîn de li dijî nuqte û bendên kontolê yên hêzên hikumeta Şamê 5 êriş pêk hatine. Çekdaran bi çekên navîn bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li ser rêya Newa-Tesîl a li rojavayê gundewarên Derayê kir hedef.

Her wiha çekdarên xwecih hemwextî hedefgirtina çargoşeya ewlehiyê ya li Newayê, bi çekên navîn êriş birin ser bendeke Muxabarat Cewiye ya li ser rêya di navbera Dail û Ebtî de.

Di heman demê de, çekdarên xwecih bendeke hêzên ewlehiya leşkerî ya li bajarokê Misrîtiye yê li Hewd Yermûk ya rojavayê Derayê jî kir hedef. Her wiha li bakurê Derayê jî navenda çandê ya girêdayî şaxê ewlehiya leşkerî ya li bajarê Casim hat hedefgirtin.

(şx)