Candarmayên Tirk li ser sînor zarokek îşkence kir

Li ser sînorê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de candarmaiyên Tirk zarokek îşkence kir.

Candarmayên Tirk li ser sînor zarokek îşkence kir
10 tebax, 2021   10:04
HESEKÊ

Zarokê ku hatî îşkencekirin bi navê Ebdulezîz Mecdet Mûsa (16) ye û ji şêniyên Hesekê ye.

Li gorî nûçegihana me ya li herêmê, dema Mûsa di saet 1:00`ê şevê de hewl dida sînor derbas bike, ji aliyê candarmayan ve tê girtin.

Candarmayan bi awayekî hovane Mûsa îşkence kir.

Mûsa têkildarî mijarê got: "Komeke ji 6 leşkeran li min dan, kêr û amûrên tûj bi kar anîn." Mûsa diyar kir ku candarmayan di saetên sibê de ew ji ser dîwarê sînor avêt erdê.

Di 8`ê Tebaxê de jî candarmayên tirk jinek û zarokek 11 salî tecawiz kirin û hejmareke ciwanan dema hewl didan sînorê di navbera Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, îşkence kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MiEp-iv2HbQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>