UNICEF qetilkirina zarokan li Hemayê şermezar kir, lê komkujiya li Eyn Îsayê paşguh kir

UNICEF kuştina zarokan di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî gundewarê Hemayê de şermezar kir, lê behsa komkujiya li Eyn Îsayê nekir ku dewleta Tirk pêk anîbû û di encamê de tevî bav 3 zarok bûbûn qurbanî.

UNICEF qetilkirina zarokan li Hemayê şermezar kir, lê komkujiya li Eyn Îsayê paşguh kir
10 tebax, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê mudirê herêmî yê UNICEF`ê yê Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê Bertrand Bainville Di dauxyaniya xwe de ragihand ku asta tundiyê li Sûriyê di Tîrmehê de zêde bûye û di encamê de bi dehan zarok birîndar bûne û hatine kuştin.

Bertrand Bainville di daxuyaniya ku duh bi şev daye de got: “Tundiya li Sûriyê berdewam e. Bi taybet li Bakurê Sûriyê. Di encama wê tundiyê de ji destpêka Tîrmehê ve herî kêm 45 zarok birîndar bûne û hatine kuştin.”

Rayedarekî din ê rêxistinê bi bîr xist ku beriya çend rojan li bajarokê Qestûn ê Hemayê yê li bakurê Sûriyê êrişek pêk hatî ku di encamê de 4 zarok ji heman malbatê hatine kuştin.

Girêdayî heman mijarê Bertrand Bainville careke din girîngiya parastina zarokan destnîşan kir û got: “Divê aliyên bi nakok, di heman deman de zarokan biparêzin.”

Lê Bertrand Bainville di daxuyaniya xwe de behsa komkujiya li navçeya Eyn Îsayê nekir ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye û di encamê de malbatek bû qurbanî di nav de 3 zarok hene.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 3`yê Tebaxê gundê Sefawiye yê rojhilatê depoyên Şirkirakê yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de komkujiyek li dijî malbatekê ji Eyn Îsayê pêk anî ku di encamê de tevî bav Zêdan Xelef El-Îsa, 3 zarokên wî Ziyad, Mune û Hude şehîd bûn. Her wiha dayîk û zarokek din bi giranî birîndar bûn û niha di nexweşxaneyên Reqayê de têne dermankirin.

 (şx)