Hikumeta Efgan û Talîban îro li Dewhayê danûstandinan dikin

Çavkaniyekî ragihand ku hikumeta Efgan û Tevgera Talîbanê îro li paytexta Qeterê Dewha, dê danûstandinan bikin.

Hikumeta Efgan û Talîban îro li Dewhayê danûstandinan dikin
10 tebax, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Wezareta Aştiyê ya Efganistanê got, gereke nû ya danûstandinan di navbera nûnerên hikumeta Efgan û tevgera Talîban de, wê îro li paytexta Qeterê Dewha dest pê bike.

Ajansa “Novostî” li gorî heman çavkanî ragihand ku wê danûstandin 3 rojan dewam bikin.

Hemwextî van danûstandinan, şerê di navbera hêzên hikumeta Efganistanê û endamên tevgera Talîban de ku hewl didin hemû bajarên welêt bixin bin serweriya xwe, dewam dikin.

(cx)