Li Efrînê şerê di navbera çeteyan de dewam dike

Li Efrîna dagirkirî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dewam dike. Şer ji ber dabeşkirina milkên şêniyan yên hatine dizîn, derketibû.

Li Efrînê şerê di navbera çeteyan de dewam dike
9 tebax, 2021   12:56
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, şerê di navbera çeteyan de niha li nêzî geraca kevn a li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, rû dide.

Çavkaniyan destnîşan kir ku sivîlên li bajêr metirsîdar in, nexasim piştî ku hin sivîl hatin kuştin.

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihandibû ku duh di saetên derengiya şevê de li navenda Efrînê û piştre li navçeya Raco, di navbera çeteyan de şer rû daye.

Çavkaniyan her wiha piştrast kiribû ku di şerê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Furqeya 9`an de, hemû cureyên çekan hatine bikaranîn, her wiha çeteyên Furqeya Yekemîn û çeteyên Lîwa Şemal jî beşdar bûne.

(cx)

ANHA