Li Urmiyeyê ji ber ku jinekê serê xwe bi temamî nenixumandibû, ajokarekî bi erebeyê pê lê kir

Li gorî malpera El-Eyn ku agahiyên xwe spart televîzyoneke Îranê, li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku jinekê serê xwe bi temamî nenixumandibû, ajokarekî Îranî bi erebeya xwe du caran pê lê kiriye.

Li Urmiyeyê ji ber ku jinekê serê xwe bi temamî nenixumandibû, ajokarekî bi erebeyê pê lê kir
9 tebax, 2021   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperê, ew jin bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Malperê destnîşan kir ku ajokar ji cihê bûyerê reviyaye.

Ji sala 1979`an ve piştî hilweşîna rejîma şah Mihemed Riza Pehlewî û hatina oldaran ser desthilatê, hikumeta Îranê lixwekirina desmalê li jinan ferz dike.

‘Polîsên Exlaqî’ li Îranê nêzî 40 milyon jin û keçên li welêt, dixin bin çavdêriyê. Wekîlên dewletê bi erebeyên xwe li kolanên bajaran digerin, jinan radiwestînin û cil û bergên wan kontrol dikin.

Dema jinek bêyî desmala serî were dîtin, wek sûcekî tê dîtin û ceza lê tê birîn.

(cx)