Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Ronî Dêrik

Bi sedan şêniyên Dêrikê û navçeyên Girkê Legê û Çilaxa sersaxî da malbata şehîd Ronî Dêrik ku di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şehîd Ronî Dêrik
9 tebax, 2021   11:55
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed Îbrahîm (Ronî Dêrik) bûn ku di 24`ê Tîrmehê de li herêma Bergarê şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li qada Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a li Dêrikê hat vedan. Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibrahîm Osman Mihemed, Kongreya Star a Girkê Legê Esma Murad axivîn û her wiha bavê şehîd Ronî Dêrik Şefîq Îbrahîm jî axivî.

Axêveran hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got ew rewabûnê dide êrişên dagirkeriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd. Her wiha destnîşan kirin ku divê hemû Kurd ji bo pêkanîna azadiyê tê bikoşin.

Axêveran piştrast kir ku ew ê her tim piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin heta ku serkeftin pêk were.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê wesîqeya şehadeta şehîd Ronî Dêrik radestî malbata wî kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BnMjh4-ttbM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>