Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 34 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 34 kesên din bi Koronayê ketin
9 tebax, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Koronayê ketine 12 mêr, 22 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 2

Qamişlo: 17

Dêrik: 9

Kobanê: 1

Reqa: 4

Kampa Roj: 1

Mistefa da zanîn ku 4 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 hezar û 814 kes bi Koronayê ketine, 768 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 906 kes baş bûne.

(cx)