​​​​​​​Ev 4 roj e PDK`ê çarenûsa endamên RJAK’ê eşkere nekiriye

PDK`ê beriya 4 rojan 3 endamên RJAK`ê revandin û heta niha çarenûsa wan diyar nekiriye.

​​​​​​​Ev 4 roj e PDK`ê çarenûsa endamên RJAK’ê eşkere nekiriye
8 tebax, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyeke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) serdana Şengalê kir.

Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di têketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin revandin.

Endama Meclisa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, duh daxuyaniyek dabû û gotibû: “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê binçavkirinê dejî tu agahiyek nehatiye dayîn. Rêxistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermî ye. Em wek rêxistineke jinan di warê civakî de kar dikin.”