​​​​​​​Ferman Hisên: Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ya li Herêma Firatê Ferman Hisên da zanîn ku bêyî naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya li Sûriyê çareser nabe û got, Rêveberiya Xweser parçeyek ji aramiya Sûriyê ye.

​​​​​​​Ferman Hisên: Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser nabe
8 tebax, 2021   01:58
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Bangên naskirina Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

‛RÊVEBERIYA XWESER ARAMÎ LI HERÊMÊ AVA KIR’

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ya li Herêma Firatê Ferman Hisên wiha got: "Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve komên terorîst ên ku êriş herêmê dikirin hatin têkbirin. Piştre Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin ku bi saya ked û qurbaniyên şêniyên herêmê û gelek destkeftî hatin bidestxistin."

Hisên diyar kir ku ji pêkanîna aramiyê li herêmê û yekkirina gel zêdetir Rêveberiya Xweser di pêkanîna rêgeza jiyana hevbeş, biratiya gelan û wekheviya civakê de bi ser ket.

Ferman Hisên diyar kir ku ev rêveberî di aliyê rêxistinî de bi ser ket û bi beşdariya tevahî pêkhateyên civakê saziyên xwe aktîf kirin, rola rêxistinên civaka sivîl bi awayekî mezin çalak kir û ji gelek aliyên din ve gavên mezin avêtin.

Girêdayî destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi dest xistine, Hisên wiha li axaftina xwe zêde kir: "Rêveberiya Xweser di tevahî qadên siyasî û leşkerî de serkeftinên mezin bi dest xist, dikare bibe modeleke rêveberiyê ji bo Rojhilata Navîn. Her wiha dikare hîna destkeftiyên zêdetir pêk bîne."

‛BÊYÎ NASKIRINA RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ NE PÊKAN E’

Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî) ya li Herêma Firatê Ferman Hisên îşaret pê kir ku divê Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî û cîhanê de were naskirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bêyî naskirina Rêveberiya Xweser aloziya li Sûriyê nayê çareserkirin. Ji ber ku hîna roleke girîng di Sûriyê de dilîze, li gel wê jî QSD’ê rola herî girîng di têkbirina DAIŞ’ê de list û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zuE7raKorfw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>