'Fermana 3`ê Tebaxê hîna berdewam e, divê civaka Êzidî hişyar be'

Li ser fermana 7`ê Tebaxa 2014`an 7 sal derbas bûn, lê hîna jî hêzên dijberî îradeya Êzidiyan li dijî wan komployan amade dikin. Endamekî Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê teqez kir ku bi ferman hîna berdewam e û divê civaka Êzidî hişyar be.

'Fermana 3`ê Tebaxê hîna berdewam e, divê civaka Êzidî hişyar be'
5 tebax, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN- SOLÎN EHMÊ

Di roja yekemîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê di 3`ê Tebaxa 2014`an de li dijî parêzgeha Şengalê, hezar û 193 Êzidî hatin kuştin, 63 mezarên Êzidiyan hatin rûxandin û heta niha 80 gorên komî yên Êzidiyan hatine dîtin.

Li gorî saziyên Êzidiyan, heta dema rizgarkirina Şebgalê di 2015`an de, 6 hezar û 417 Êzidî hatin revandin, ji wan 3 hezar û 548 jin. Ji wana hezar û 201 jin hatin rizgarkirin. Lê belê çarenûsa hezar û 190 jinan heta niha ne diyar e.

Piştî derbasbûna salekê li ser rizgarkirina qezaya Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê, keç û xortên Êzidî di 6`ê Tîrmeha 2016`an de bi navê “Asayîşa Êzidxanê” hêzeke ewlekariyê ji bo paratsina Şengalê ava kirin.

Ji dema damezirandinê ve, Asayîşa Êzidxanê rastî êrişên wekî êrişên DAIŞ`ê hatin. Êriş bi armanca tunekirina destkeftiyên Êzidiyan û derbkirina îradeya wan pêk hatin. Di 9`ê Cotemha 2020`an de hikumeta Iraqê tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) têkildarî kar û barên rêveberiyê û ewlehiyê li Şengalê bêyî ku îrade û daxwazên gelê Şengalê di ber çavan re bigirin, peymanek îmze kir.

Gelê Êzidî li hemberî vê peymanê bertekên hişk nîşan da û diyar kirin ku ew hemû planên ku îrade û rêveberiya xwe dikin hedef, red dikin.

Bi boneya salvegera 7`emîn a êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî Şenglaê, endamê rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo got ku damezirandina Asayîşa Êzidxanê ji ber pêwîstiya gelê Şengalê bi hêzeke ewlekariyê ku wan ji êrişan biparêze, pêk hat. Her wiha wekî misogeriya vegera bi ewle ya Êzidiyên koçber ji warê wan re ye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 14`ê Çileya 2015`an de hate avakirin û ji wê demê ve barê birêxistinkriina şêniyan û birêvebirina Şengalê girt ser xwe.

Şêrzad Şemo daxuyand ku heta civakek karibe xwe bi xwe bi rêve bibe, divê hêzeke leşkerî hebe û daxwazên civakê misoger bike û wê ji destwerdanên derve biparêze, hêzên ewlekariya hundirîn jî dikarin bi vê erkê rabin.

ASTENGIYÊN LI PÊŞ AVAKIRINA RÊVEBERIYEKE XWESER

Şemo teqez kir ku Asayîşa Êzidxanê di piştgirîdayîna Yekîneyên Berxwedanê Şengalê (YBŞ) de roleke mezin lîst. Her du hêzan bi hev re bersiva êrişên DAIŞ`ê da û planên wê li dijî gelê Êzidî têk birin.

Li ser hêzên ku beriya rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ`ê li wir hebûn, Şemo wiha got: “Wan hêzan îdia kir ku ew parastina Şengalê dikin, lê belê ne bi îradeya Êzidiyan bû. Digotin ku Êzidî nikarin xwe bi rêve bibin û xwe biparêzin. Ev yek wekî astengiyekê li pêş avakirina rêveberiyeke taybet bi Êzidiyan bû.”

Şêrzad Şemo teqez kir ku heke Asayîşa Êzidxanê beriya fermanê hatiba avakirin, dê bandora êrişan li ser gelê Êzidî kêmtir bûya. Şemo wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê tevgereke Êzidiyan a bi navê Tevgera Demokratîk a Êzidiyan (TEV-DA) hebû û li ser avakirina hêzeke leşkerî ji Êzidiyan kar dikin. Her wiha hin girup ji bo parastina gelê Şengalê di dema êrişên DAIŞ`ê de perwerde kir. Lê belê ew yek pêk nehat.”

Herêma Xanasorê ya Başûrê Kurdistanê jî di 3`ê Adara 2017`an de rastî êrişên hêzên PDK`ê hat, ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê û hêzên Gerîla kir hedef. Şemo ew êriş wekî hedefgirtina îradeya gelê êzidî bi nav kirin û got: “

ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ HEDEFGIRTINA HEBÛN Û ÎRADEYA ÊZIDIYAN E

Şemo wiha axaftina xwe dewam kir: “Gelek rêbaz ji bo tunekirina gelan hene, ya yekemîn hedefgirtina hêza leşkerî. Ji ber ku ew misogeriya parastina gel e di aliyê civakî, çandî, dîrokî û cografiyeyê de. Li Şengalê ev yek rû dide.”

Şemo êrişên li ser Şengalê wekî hedefgirtina hebûn û îradeya gelê Êzidî bi nav kir û destnîşan kir ku ger wan hêzan karibûya Asayîşa Êzidxanê têk bibin, wê Êzidî bi dawî bibûna.

Şemo têkidarî peymana 9`ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de wiha got: “Civaka Êzidî û saziyên leşkerî û sivîl ên Êzidiyan li dijî peymanê li ber xwe da û ji bo ku artêşa Iraqê derbasî Şengalê nebe, xwe kirin mertalên zindî. Her wiha gel piştgiriya xwe bi Asayîşa Êzidxanê re nîşan da.”

Bi boneya  salvegera 7`emîn a fermana 3`ê Tebaxa 2014`an, Şemo wiha xîtabî civaka êzidî kir: “Hîna ferman berdewam e, ji lew re divê gelê Êzidî li hemberî plan û komployên dijberên wan hişyar be û vegera bi ewle ya hemû Êzidiyên koçber bûne misoger bike.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CcvFIUUNSXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>