​​​​​​​'Dewleta Tirk avê weke şerekî nû li dijî gelên herêmê bikar tîne'

Endamê Desteya Navendî ya Partiya Hevbendî ya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî li  Minbicê Farûq El-Hisên piştrast kir ku qutkirina ava çemê Firatê li ser gelê Sûriyê û qutkirina ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got destwerdana dewleta Tirk sedema dirêjkirina aloziya Sûriyê ye.

​​​​​​​'Dewleta Tirk avê weke şerekî nû li dijî gelên herêmê bikar tîne'
5 tebax, 2021   02:59
MINBIC – SELWA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker siyaset û şerên sîstematîk li dijî şêniyên herêmê pêk tîne û armanca wê ku îradeya wan têk bibe û projeya neteweya demokratîk ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re esas girtine, ji holê rabike.

Şerê avê yek ji şerên dewleta Tirk li hember gelê Sûriyê ye. Dewleta Tirk zêdetirî 6 mehane ku av ji ser gelê Sûriyê qut kiriye. Her wiha ava stasyona Elok jî ji ser bajarê Hesekê qut kiriye. Di demên dawî de rêxistina UNICEF para koçberên Şehbayê ji ava vexwarinê kêm kir û bi ev yekê li gorî siyaseta dewleta Tirk tevdigere.

Têkildarî mijarê, Endamê Desteya Navendî ya Partiya Hevbendî ya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî ya Minbicê Farûq El-Hisên diyar kir ku li gorî qanûna navneteweyî ya mafên mirovan û qanûnên şer, divê hemû aliyên şer parastina cewherê jiyana sivîlan bike, ji wan peydakirina xwarin û vexwarinê.

Farûq El-Hisên destnîşan kir ku ku divê li hember dewletên ku heta niha bûyerên mirovahî û exlaqî li gorî xwe keysbaz dike û dixin nava siyasetê de, were sekinandin.

El-Hisên got: "Rola dewleta Tirk a zêde ye ku bû sedemê dirêjbûna aloziya Sûriyê. Her wiha gelek sûcên wekî dagirkirin, guhertina demografîk û tirkkirina herêmê pêk anîn. Piştre, dest bi şerê avê li dijî gelê Sûriyê kir. Dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kir."

Farûq El-Hisên wiha domand: "Dewleta Tirk zêdetirî 6 mehan ava çemê Firatê qut kiriye. Hemû cûreyên tundiyê û sûcan li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Ne tenê wisa, lê belê her demekê ava stasyona Elok qut dike û bi vê yekê 1 milyon kes li bajarê Hesekê bê ava vexwarinê dihêle."

Têkildarî helwesta civaka navneteweyê der barê sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne Farûq El-Hisên ev nirxandin kir: "Civaka navneteweyî tenê li sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, dinihêre. Lê sûcên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê ne û ev sûcên navneteweyî ne."

Farûq El-Hisên bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk siyasetên qirêj li dijî gelên herêmê pêk tîne. Dawîkirina aloziya Sûriyê û dagirkeriyê û sekinandina li hember siyasetên dewleta Tirk, bi îradeya gelê Sûriyê û diyaloga sûrî-sûrî, pêkan e."

(bx)

ANHA