Li Efrîna dagirkirî nakokiyeke ewlehiyê di navbera komên çeteyan de

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku nakokiyeke ewlehiyê ya mezin di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) û Feyleq El-Şamê de li gundên navçeya Şêrawayê ji ber pirsgirêkên li ser talankirinê, derketiye.

Li Efrîna dagirkirî nakokiyeke ewlehiyê di navbera komên çeteyan de
4 tebax, 2021   20:45
ŞEHBA

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam stasyoneke sotemeniyê ya li nêzî dergehê Xezewiyê deste ser kiriye ku di navbera herêma Darêt Izê û gundên Efrînê yên dagirkirî de ye.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji dema ku dewleta Tirk a dagirker bajêr dagir kiriye ve, ew stasyon deste ser kiriye ku berê di bin kontrola Feyleq El-Şam de bû.

Li gorî heman çavkaniyan Feyleq El-Şam dem ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re diyar kiriye ku di zûtirîn dem de ji gundên Efrînê yên dagirkirî ber bi Idlibê ve vekişin.

(şx)

ANHA