​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê şêniyên gundewarên Til Temirê koçber dibin

Bi topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Til Temirê re, şêniyên gelek gundewarên Til Temirê koçber bûn.

​​​​​​​Ji ber êrişên Tirkiyê şêniyên gundewarên Til Temirê koçber dibin
4 tebax, 2021   20:18
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Pişît aramiyek li gundewarên Til Temirê çêbû, careke din dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên bakurê navçeyê di vê êvarê de bê ser û ber topbaran kirin, wê jî hişt ku şênî koçber bibin.

Nûçegihanê me xwe gihand sivîlên di encama êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê de li dijî gundên wan koçber dibûn. Şêniyên piştrast kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê ser û ber gundên wan topbaran dikin.

Şêniyan da zanîn ku ji ber topbaranê û tirsa li ser jiyana zarokên xwe li nava zeviyan xew dikin.

Dagirkeriya Tirk vê êvarê gundê Til Şenan ê Asûrî, Dirdara, gundê Um El-Kêf û El-Eboş topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva topbaranê da, bi wê re baregeheke dagirkeriya Tirk a li ser Til Menax wêran kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gEWLA1V9zVo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>