​​​​​​​Konferansa Xêrxwazan soz dide piştgiriya Lubnanê bi 370 mîlyon dolar bike

Dewletên beşdarî konferansa piştgiriya navneteweyî bûne ku Fransa û NY’yê li dar xistiye, soz da ku 370 milyon dolar weke alîkar bide Lubnanê.

​​​​​​​Konferansa Xêrxwazan soz dide piştgiriya Lubnanê bi 370 mîlyon dolar bike
4 tebax, 2021   19:52
BEYRÛT

Konferans hemwextî salvegera yekemîn a karesata teqîna bendera Beyrûtê li dar ket ku di encamê de 214 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 6 hezar û 500 sivîlên din birîndar bûn.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û yê Misirê Ebdulfetah El-Sisî di konferansa Parîsê ya ji bo piştgiriya Lubnanê de axivîn û bang kir ku divê hikumetek bê avakirin da ku welêt ji vê krîzê rizgar bike.

Her wiha da zanîn ku ew ji ber derengmayîna lêpirsîna dadgehî ya der barê sedemên teqînê de metirsîdar in. Her du serokan diyar kir ku ev konferans ji bo piştgiriya lubnaniyan gelekî girîng e.

Serokên dewletan ku tev li konferansê bûne diyar kir ku ew dixwazin peyamekê bidin rayedarên lubnanî ku heke hikumeteke pêbawer ava bikin, wê alîkariyên mirovî bidin aliyên aborî yên rastîn û wê demê dê pêşeroja gelê Lubnanê eşkere bibe.

Di konferansê de serokê Yekitiya Ewropayê (YE) Charles Michel daxuyand ku ji ber ku heta niha desthilata Lubnanê sedema teqîna bendera Beyrûtê eşkere nekiriye û pirsên malbatên qurbaniyên teqînê bê bersivê hiştine xemgîn in.

Michel bi bîr xist ku YE`yê bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û banka navneteweyî heta niha 170 milyon Euro ji bo piştgiriya gelê Lubnanê veqetandiye.  Lê ji civaka navneteweyî tê xwestin ku piştgiriyê bidin geşepêdaneke domdar û mayînde ya adil ji Lubnanê re û dem hatiye ku hikumeteke lubnanî were avakirin.

Mudîra giştî ya sendoqa daravî ya navneteweyî Kristalina Georgieva axivî û got ji bo peydakirina pêdiviyên lezgîn ji bo gelê Lubnanî wê alîkarî bi miqdara 860 milyon dolar ji Lubnanê re were pêşkêşkirin. Divê hikumetek were avakirin ku dikare guhertinên tên xwestin çêke da ku aboriya li welêt vejîne. 

(eh)