​​​​​​​Piştî Dirdara dewleta Tirk a dagirker gundê Şinan ê Asûrî topbaran dike

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gundê Dirdara topbaran kir vê carê gundê Til Şinan ê Asûrî yê bakur rojhilatê gundewarê Til Temirê topbaran dike. Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva jêderên topbaranê dide.

​​​​​​​Piştî Dirdara dewleta Tirk a dagirker gundê Şinan ê Asûrî topbaran dike
4 tebax, 2021   16:22
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê qada topbaranê fireh kir û piştî hedefgirtina gundê Dirarayê niha gundê Til Şinan ê Asûrî topbaran dikin.

Topbaran bi dijwarî didome û heta niha tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî di çarçoveya parastina rewa de, bersiva jêderên topbaranê dan û Til Minaxê topbaran kirin hedef ku nuqteya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê lê ye. Di encamê de gelek çete hatin kuştin lê hejmara wan nehat zanîn û gelek zirar gihaşt wê nuqteyê.

(şx)

ANHA