Meclisa Sivîl a navçeya Hîşê komkujiya li gundê Sefawiye şermezar kir

Meclisa Sivîl a navçeya Hîşê têkildarî komkujiya li dijî malbata Zêdan El-Xelef pêk hatiye ku di encamê ferdên malbatê hatin qetilkirin daxuyaniyek da. Girêdayî wê hevserokê meclisê û endamê meclisê axivîn û berpirsiyariya vê komkujiyê hilgirt ser dewleta Tirk û garantorê rûsî.

Meclisa Sivîl a navçeya Hîşê komkujiya li gundê Sefawiye şermezar kir
4 tebax, 2021   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Zêdan a ji gundê Sefawiye pêk aniye Meclisa Sivîl a navçeya Hîşê daxuyaniyek da. Her wiha têkildarî vê komkujiyê bi hevserokê meclisê Xelîl Îsa El-Xelîl û endama meclisê Emîne Xelef re hevpeyvînek hat çêkirin.

Di daxuyaniyê de rûspiyên herêmê û şêniyên herêmê amade bûn û ji hêla endamê meclisa Heza Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirekr di êriş û sûcên xwe yên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. Herî dawî jî li dijî malbata Zêdan a ji gundê Sefawiye dagirkeriyê komkujiyek pêk anî. Di encamê de ferdên malbatê hatin qetilkirin. Li hember vê komkujiyê hem dewleta Tirk a dagirker hem jî Rûsya berpirsiyar e."

KOMKÛJÎ BI ZANEBÛN PÊK HAT!

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclîsa Sivîl a Hîşê Xelîl Îsa El-Xelîl wiha got: "Dagirkeriya Tirk li dijî malbata Zêdan Xelef a ji gundê Sefawiye komkujiyek pêk anî, di encamê de ferdên malbatê hatin qetilkirin. Bi vê komkujiyê tevahî şêniyên herêmê bandor bûn û dagirkerî şermezar kir. Ji ber tu sûcê vê malbatê tune ye, çek di destê wan de tune ye. Lê diyar e ku ev komkujî bi zanabûn pêk hat. Em vê komkujiyê şermezar dikin û berpirsiyariyê hildigirin ser hêzên Rûsya û civaka navneteweyî."

HEMÛ HÊZÊN GARANTOR ÊN LI HERÊMÊ LI HEMBER VAN KOMKUJÎ Û SÛCÊN DAGERKERIYÊ BÊ DENG IN!

Endama Meclîsê Emîne Xelef jî wiha got: "Lê pêş çavên hêzên Rûsyayê ku qaşo li herêmê garantor in, malbatên me tên qetilkirin. Hemû hêzên li herêmê ku qaşo xwe garantor dibînin li hember komkujî, êriş û kiryaran temeşvan û bê deng in. Divê ev hêzên bi berpirsiyariyên xwe li herêmê rabin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LFqGqn1hB3M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>