​​​​​​​Li Til Temir û Zirganê sewqiyetên mezin ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sewqiyatên mezin li eniyên şer ên Til Temirê bi cih kirin. Çete û cebilxane li seranserî eniya şer a li Til Temirê bi firehiya 17 kîlometreyan hatin bicihkirin. Her wiha çeteyan nuqteyên xwe yên li eniyên şer ên navçeya Zirganê jî xurt kirin.

​​​​​​​Li Til Temir û Zirganê sewqiyetên mezin ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê
4 tebax, 2021   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên mezin ên leşkerî li seranserî eniyên şer ên navçeya Til Temirê bi firehiya 17 kîlometreyan bi cih kirin. 

Heman çavkanî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çekên giran, tank, panzêr anîne gelek gundên li aliyê rojava heta aliyê bakur. Her wiha heman çavkanî navên gundên ku tevgerên leşkerî yên hêzên dagirkeriyê tê de zêde bûne eşkere kirin; Minax, Ezîziye, Dawûdiye, Til El-Wera, Amiriye, Minacîr, Dibse, Mehmûdiye û Erîşe. Li gel wê jî dagirkeriyê hejmara çeteyan li gundên Rîhaniyê, Qasimiye, Til Minax, Raşîdiye, Lêlan û Erbeîn zêde kirin.

Girêdayî mijarê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibehê ve hemwextî firîna balafirên keşfê hêzên xwe li eniyên şer zêde dike.

Li gel van sewqiyat û tevgeran dewleta Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên li beramberî gundên navçeya Zirganê yên bi ser eniyên şer ve xurt kirin û satirên axê bilind kirin.

(şx)

ANHA