'Êrişên li ser gundên rizgarkirî nîşaneya binkeftina dagirkeran e'

Endamê rêveber ê nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq got: "Êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên rojhilatê bajarê Babê nîşaneya binkeftina dagirkeriyê di pêkanîna destkeftiyan li ser erdê de ye."

'Êrişên li ser gundên rizgarkirî nîşaneya binkeftina dagirkeran e'
4 tebax, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN – SOLÎN EHMÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên rojhilat ên Babê yên rizgarkirî didomînin, ji ber êrişan ziyanên mirovî û madî bi sivîlan dibin.

28'ê Tîrmeha borî, dagirkeran gundên Kawkilî, Korhiyok, Qert Wêran ên gundewarên rojhlatê bajar ên rizgarkirî dan ber topan. Dagirkeran ji nuqteya xwe ya li gundê Şêx Nasir gundên navborî topbaran kirin û ziyanên mezin gihandin milkên sivîlan.

Endamê rêveber ê nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq ji ANHA'yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane herêmên ewle yên sivîlan ên gundewarên rojhilatê Babê yên rizgarkirî topbaran dikin.

Nadir El-Meşlûq got: "Êrişên dagirkeriya Tirk delîlê binkeftina dagirkeran di pêkanîna destkeftiyan li ser erdê de ye."

'DEWLETA TIRK LI GEL BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DESTEKÊ DIDE TERORÊ'

El-Meşlûq diyar kir ku dagirkeriya Tirk her tim hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û  îdiaya şerê li dijî terorê dike û wiha domand: "Dagirekriya Tirk bi hemû rêbazan li gel bêdengiya navneteweyî destekê dide terorê, li herêmên ku dagir kirine çeteyan perwerde dike û desteka leşkerî, lojîstîk û madî pêşkêşî wan dike."

Têkildarî bertekên şêniyên li bajarê Babê yê dagirkerî yên li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê Nadir El-Meşlûq got: "Li wê herêmê şênî li hemberî kiryarên revandin, talankirin û dizî, kiryarên xirabkirina ku leşkerên Tirk û çeteyên wê pêk tînin bertekan nîşan didin û li hemberî wan xwepêşandanan li dar dixin."

'JI BO RIZGARKIRINÊ EM DI NAVA XEBATÊ DE NE'

Endamê rêveber ê nivîsgehên Meclisa Leşkerî ya Babê Nadir El-Meşlûq xîtabî şêniyên bajarê Babê kir û got: "Ji bo şêniyên me yên li bajarê Babê ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, em di Meclisa Leşkerî ya Babê de dê şopdarên xeta şehîdan bin, em ji bo rizgarkirina we ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û tunekirina tevahî cûreyên terorê di nav xebatê de ne."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JFYwQ1F1qUQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>