Hêzên dagirker bakurê navçeya Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagiker ji vê sibehê ve gundê Derdare yê li bakurê navçeya Til Temirê, bi çekên giran topbaran dike.

Hêzên dagirker bakurê navçeya Til Temirê topbaran dike
4 tebax, 2021   08:02
 HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundewarê bakurê navçeya Til Temirê û bi taybet gundê Derdare yê li ser rêya navçeya Zirganê, bi dijwarî topbaran dike.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku gund bi tankê û topên hawanê tê topbarankirin û ji ber topbaranê zirarên madî gihaştine milkên sivîlan.

2`ê Tebaxê, di encama topbarana dagirkeriya Tirk li ser gundewarê navçeya Til Temirê jineke tevî zarokê xwe birîndar bûbû.

Dewleta Tirk a dagirker îro jî li gundekî navçeya Eyn Îsa komkujî li dijî malbatekê pêk anî û 4 endamên malbatê jiyana xwe ji dest dan.

(cx)

ANHA