Dewleta Tirk gundên Bradostê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, gundên Sinûnê û Bêrkîman yên Herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, ziyanek mezin gihîşt xwezaya herêmê.

Dewleta Tirk gundên Bradostê bombebaran kirin
4 tebax, 2021   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Sinûnê û Bêrkîman yên Herêma Bradostê bombebaran kirin. Liv û tevgera balafiran li herêmê dewam dike.

Li gorî agahiyan, di encama bombebarana balafiran de, ziyan gihiştiye jîngeh û xwezaya herêmê.

(cx)