​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê: Divê cihê cenazeyên şehîdan were eşkerekirin

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kontona Kobanê Emîne Mistefa diyar kir ku vekirina gorên şehîdan sûcekî şer e û divê dewleta Tirk li ser vê yekê were cezakirin. Her wiha banga eşkerekirina cihê veşartina cenazeyên şehîdan kir.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê: Divê cihê cenazeyên şehîdan were eşkerekirin
4 tebax, 2021   07:52
KOBANÊ MEYSA EKARÎ

Bertekên gel li hemberî vekirina goristana Şehîdan a Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve  û banga cezakirina dewleta Tirk a dagirker li ser vî kiryarî zêde dibin.

'ÊRIŞA LI SER GORISTANA ŞEHÎDAN SÛCEKÎ ŞER E, DIVÊ DEWLETA TIRK WERE MUHASEBEKIRIN'

Hevseroka Meclis Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Emîne Mistefa êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser goristana Şehîdan a Efrînê şermezar kir û bi "Binpêkirina nirxên mirovahiyê" bi nav kir. Emîne banga eşkerekirina cihê veguhestina cenazeyên şehîdan kir.

Emîne Mistefa diyar kir ku ew yek ji şahidên veşartina şehîdan li goristanê bû, dema ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkirina Efrînê de sivîl dikirin armanc. Her wiha destnîşan kir ku ji ber topbaran û bomebebarana dijwar a li ser bajêr û şehîdxistina sivîl û şervanan, nikarîbûn cenazeyên şehîdan veguhastina goristana Şehîdan, ji ber vê yekê li qadeke vala veşartin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê şermezar kir û got: "Êriş û binpêkirinên li dijî goristana şehîdan a pîroz sûcekî şer e, divê dewleta Tirk li ser wê were muhasebekirin. Ji ber ku di tu ol û tu qanûnan de lîstina bi gorên şehîdan nayê qebûlkirin, divê rêz û hurmet li hemberî miriyan were girtin."

' DIVÊ TAVILÊ CIHÊ VEGUHESTINA CENAZEYÊN ŞEHÎDAN WERE EŞKEREKIRIN'

Emîne Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî yên cîhanê kir ku der barê vekirina gorên şehîdan û eşkerekirina cihê veguhestina cenazeyan de lêpirsînê veke û dewleta Tirk li ser van sûc û binpêkirinan muhasebe bike.

Emîne bi domdarî got: "Sûcên dewleta Tirk li dijî nirxên mirovahiyê sînordar nema, tevahî cîhan bû şahidê binpêkirin û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî bi giştî û sûcên li Efrînê bi taybet ji qetilkirin, talankirin, revandin û îşkencekirina jin û mêran. Ji wê zêdetir şahidiya şewitandin û birîna darên zeytûnan, wêrankirina milkên giştî, guhertina demgorafî ku hîna didome, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, kir."

' GELÊ KURD DÊ HETA SERKEFTINÊ LI BER XWE BIDE'

Emîne îşaret pê kir ku sûcên dewleta Tirk û êrişên wê yên domdar ne tenê li dijî gelê Kurd ê li Efrînê ye, di heman demê de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê sûcan pêk tîne, armanca wê ji van sûcan qirkirina kurdan li her deverê û şikandina îradeya wê ya xurt e."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Emîne Mistefa bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kir û got, her du alî ji van sûcan berpirsyar in û da zanîn ku dema mijar dibe gelê Kurd hemû dewletên cîhanê li hemberî kurdan dibin yek.

Emîne Mistefa di dawiyê de got, berxwedana gelê Kurd a li hemberî dagirkeriyê dê heta serkeftinê berdewam bike.

(bb)

ANHA