Rojnameyên erebî: Operasyona leşkerî li Derayê bi erêkirina Rûsyayê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Derayê, revandina keştiya petrolê li Kendavê û salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê kir.

Rojnameyên erebî: Operasyona leşkerî li Derayê bi erêkirina Rûsyayê
4 tebax, 2021   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

'BÊYÎ DESTÛRA RÛSYAYÊ, REJÎM NIKARE LI DERAYÊ OPERASYONA LEŞKERÎ BIDE DESTPÊKIRIN'

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Derayê wiha nivîsî: “Roja sêşemê rejîma Sûriyê careke din taxên Dera El-Beled topbaran kir û hewl da serweriya xwe li bajêr ferz bike. Çavdêr piştrast dikin ku bêyî erêkirina Rûsyayê, rejîm wê nikaribin tu operasyonên leşkerî bide destpêkirin.

Dera bajarê Sûriyê yê destpêkê ye ku xwepêşandanên li dijî rejîmê beriya 10 salan ji wir dest pê kirin. Ruxmî ku komên çekdar ên li Derayê bi navbeynkariya Rûsyayê lihevkirin îmze kiribû jî, lê dem dem li Derayê tevlîhevî, êriş û bûyerên kuştinê pêk tên.

Çavdêr dibînin ku rejîm pabendî agirbestê nabe, ji ber ku daxwazên rejîmê vekişandina çekên sivik derbas dike û armanc dike ku taxên bajêr bixe bin kontrola xwe.

Şîrovekaran anîn ziman ku bêyî erêkirina Rûsya, rejîma Sûriyê nikare operasyonên leşkerî li Derayê bide destpêkirin.

Tevî navbeynkariya Rûsyayê jî, lê belê rejîma Sûriyê peymana agirbestê binpê kir û topbarana li dijî taxên bajêr dewam dike. Çekdarên opozîsyonê jî dibêjin ku hikumeta Sûriyê berpirsa binkeftina danûstandinan e.

Çavkaniyekî girêdayî artêşa Azad a muxalîf ji eniya başûr wiha  got: “Şandeya Rûsyayê hewl da bigihêje aramiyê, lê belê hêzên hikumetê şertên zehmet danîn ku di rojên berê de ev şert tune bûn. Ew bi israr in ku şer dest pê bikin û taxa Dera El-Beled birûxînin.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR): “rejîma Sûriyê dixwaze ala xwe li ser mizgefta El-Umerî bilind bike, Derayê bi temamî bixe bin kontrola xwe û bendên kontrolê li seranserê bajêr deyne. Her wiha dixwaze hejmareke kesên ku tên xwestin bide koçberkirin an jî tevî çekên xwe xwe radest bikin, her wiha dixwaze ku ciwanên Derayê di artêşa Sûriyê de xizmet bikin. Şandeya rejîma Sûriyê gef xwar ku wê heke şênî daxwazên wan red bikin, wê Derayê bi ser serê xelkê wê de birûxîne.”

REVANDINA KEŞTIYA PETROLÊ LI KENDAVÊ, NE ZELAL E

Têkildarî revandina ketşiya petrolê li Kendavê jî, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî raporan, duh hin çekdarên ku tê texmînkirin girêdayî Îranê ne, dest danîne ser ketşiya petrolê ya li ava Kendavê di navbera Îmaratê û Îranê de. Wekaleta Ewlehiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) jî got dibe keştî hatibe revandin.

LI SER KARESATA BENDERA BEYRÛTÊ SALEK DERBAS BÛ.. BANGAWAZIYÊN LÊPIRSÎNEKE NAVNETEWEYÎ

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî teqîna bendera Beyrûtê wiha got: “Îro salvegera yekemîn ya karesata teqîna bendera Beyrûtê ye ku di 4`ê Tebaxa 2020`an de pêk hatibû. Îro wê tu deng ji bilî dengê şêniyên qurbaniyên teqînê bilind nebin. Rakirina parêzbendiyê ji aliyê dadmend Tariq El-Beytar ve ya ji bo şopandina wezîrên berê û hin parlamantoyên niha û fermandariyên ewlehiyê û vekirina dozê, wekî gaveke qanûnî ya yekane ye ku dikarin li ser hêviyan ava bikin.

Serokê şepêla El-Musteqbel Seed El-Herîrî rexneyên tune li saziyên dewletê kiribû û wiha gotibû: “Vekirina lêpirsîneke navneteweyî têkildarî teqîna bendera Beyrûtê, rêbaza gihaştina rastiyê ye. ji ber ku lêpirsînên têkildarî sûcên borî bêencam bûn û kujer nehatin eşkerekirin û nehatin darizandin. Teqîn, rewşa windabûn, înkarkirin û paşguhkirina saziyên siyasî, leşkerî, qanûnî, rêvberî û leşkerî yên dewletê nîşan dide.”

(cx)