Dagirkeriya Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker mala “Zêdan Xelef El-Îsa” a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hedef girt û li dijî malbatê komkujî pêk anî.

Dagirkeriya Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-NÛ BÛ
Dagirkeriya Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-NÛ BÛ
Dagirkeriya Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-NÛ BÛ
Dagirkeriya Tirk li gundekî Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujî pêk anî-NÛ BÛ
4 tebax, 2021   07:22
EYN ÎSA

4 endamên malbatê  “Zêdan Xelef El-Îsa (54) û zarokên wî Ziyad (12), Mûne û Hûda” jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî çarenûsa dayikê û zarokekî din ê malbatê, agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Duh, gundê Sefawiyê (3 km li rojhilatê depoyên Şergirak a başûrê rêya M4) bi çekên giran hatibû topbarankirin.

Hemşîreyê li Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a li Eyn Îsayê, Ebdulqadir El-Ehmed got: “Şeva din derdora saet 2:30`an, gundê Sefawiyê yê nêzî Şergirakê hate topbarankirin û malbateke birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku birînên wan giran bûn, me nikarîbû bav û 3 zarokên wî rakirina nexweşxaneya li Reqayê û her 4 kes şehîd bûn. Birînên dayikê û zaroka mezin a malbatê jî giran in û me ew rakirina nexweşxaneyeke Reqayê. Temenê zarokên ku şehîd bûn di navber 8 û 10 saliyê de ne.”

(cx)

ANHA