Salek di ser teqîna bendera Beyrûtê re dibihure, lê hîna jî birîn bê derman e

Îro salvegera yekemîn a teqîna li bendera Beyrûtê ye ku di encamê de zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest da û ziyaneke mezin gihîşt paytextê. Salek derbas bû, lê hîna jî pirsa li ser jinûveavakirinê û cezakirina kesên li pey teqînê, nayê bersivandin.

Salek di ser teqîna bendera Beyrûtê re dibihure, lê hîna jî birîn bê derman e
4 tebax, 2021   07:30
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Salek di ser teqîna herî mezin di serdema nû de ku li Beyrûtê rû da re derbas bû, lê hîna kesên li pey teqînê nehatine cezekirin, hîna birînên gelê Lubnanê nehatine dermankirin û paytexta ku ziyaneke mezin gihîştibûyê, nehatiye avakirin.

HETA NIHA JINÛVEAVAKIRIN NEKETIYE PIRATÎKÊ

Karesatek bi mezinahiya karesata li bendera Beyrûtê, têrê dikir ku bibe erdhejek di bin kursiyên berpirsên li welat de, lê li Lubnanê mijar cuda ye û ber bi rêyeke din ve diçe.

Avakirina malên kesên ku zirar dîtine heta niha pêk nehatiye û ne diyar e ku di demeke nêz de pêk were jî.

Têkildarî vê yekê nivîskar û lêkolînerê siyasî Esed Beşara ji ajansa me re axivî û rewş bi "krêt ber bi krêttirîn ve" bi nav kir û wiha got: "Diviyabû ji dema ku bender hatiye wêrankirin ve jinûveavakirinê dest pê bikira. Ji ber ku cihê herî girîng ê li rojhilatê Deryaya Spî ye."

Ji dema teqîn çêbûye de, gelek însiyatîfên ji bo jinûveavakirinê hatin pêşkêşkirin. Jê însiyatîfên Fransa, Almanya, Rûsya û hwd, li gel wê jî YE û NY’yê jî gelek soz dan. Lê li gel berdewama krîza siyasî ya hundirîn û krîza aborî, Lubnan di helwesta xwe de bê deng e.

Di encama teqînê de nêzî 300 hezar sivîlên ku malên wan hatine wêrankirin, koçber bûne. Li gel wê jî hîna 85 hezar avahî di nav de mal û nivîsgeh li ser lîsteya jinûveavakirinê ne.

PARÊZBENDÎ ASTENGÎ YE

Ji bilî parêzbendiyê tişt di ser qanûnê re tune ye. Parêzbendî di ser her tiştî re ye û di ser xwîna qurbaniyan re ye. Piştî salek di ser teqîna 4’ê Tebaxê re derbas bû, tu dengekî exlaqî yan mirovî yan jî siyasî derneket ku vê dozê bi zelalî çareser bike.

Di bazara şerê siyasî û partiyetî ya berfireh de, mafên lubnaniyan winda bûye, nexasim mafên qurbaniyên teqînê.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Esed Beşara got:"Tariq El-Bîtar ku lêpirsvanê edaletê ye  karkekî baş dike, lê têrê nake. Rêya pêkanîna edaletê dirêj e. Erkana rêxistina siyasî ya Lubanê dest bi hewldanên xetimandinê kir da ku edalet pêk neyê.

Beşara wiha domand: "Destê gelek kesan hem ji hundir hem jî ji dervey Lubnanê di teqînê de heye. Divê destpêkê kesên nitrat amonyum derbasî bendera Beyrûtê kirine, parastine û li ser wê bê deng bûne, werin muhasebekirin. Heta divê kesên dizanin çawa derbas bûye, ji kê re hatiye şandin û kê bi kar aniye, werin muhasebekirin."

Beşara da zanîn ku tevahî berpirs dizanin çawa nitrat amonyum derbasî benderê bûye û tu tedbîr nehatin girtin û ev yek şermezar kir. Beşara diyar kir ku ji ber di encama bicihkirina nitrat amonyum li benderê de teqîneke mezin çêbû.

Li gorî agahiyên Nivîsgeha Lêpirsînan a Federal a DYA’yê, tevî ku miqdara nitrat amonyum a li benderê teqiya ne zêdetirî ji sedî 20 ji miqdara bingehîn a 2 hezar û 754 ton e, lê 1/3 ji erdîngariya Beyrûtê wêran bû. Ev jî gumanan li ser windabûna miqdara mezin beriya teqînê çêdike.

Pêwîstiya vê rastiyê dihêle ku parêzbendî ji ser berpirsên ewlehî û siyasî yên guman li ser wan hene, were rakirin, da ku tedbîrên dademenda edlî ya ku gelek caran misoger kiriye ku ew ê edaletê pêk bîne, werin temamkirin.

Çavkaniyên dozgerî piştrast dikin ku beşa yekê ji lêpirsê derbas bû. Lê parêzbendî û rêdanên siyasî li pêş vexwendina parlamenter, wezîrên berê, serokên saziyên ewlehî û leşkerî yên ku bi depokirina nitrat amonyum a bi miqdareke mezin li benderê dizanin, dibe asteng. Her wiha ew li pêş qedexekirina karesatê ya ku dihat texmînkirin dê misoger pêk bê, bê deng man.

Hin çavkaniyên dozgerî yên dîtir lê wan agahiyan zêde dikin ku lêpirsîvanê edlî Tariq Bîtar di merheleya lêpirsîna nepenî de ji zêdetirî ji sedî 75’an pêk aniye. Bi wê re eşkerekirina rastiya giştî nêz dibe. Her wiha li gorî çavkaniyan, Bîtar hêvî dike ku beriya bidawîbûna îsal encaman eşkere bike.

Esed Beşara got: "4’ê Tebaxê roja tevgera giştî li tevahî xaka Lubnanê ye. Lê desthilat ji niha ve wê tevgerê tawanbar dikin ku ew hewl didin li welat aloziyê ava bikin. Bi wê re desthilat hewl didin wê tevgerê têk bibin."

JI LUBNANÊ RE 350 MILYON DOLAR

Bi rasthatina salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê re serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku kongreya navnetweyî ya ku Fransa û NY’yê wê îro li dar bixe ji bo piştgiriya Lubnanê ye û armanca wê ew e ku 350 milyon dolar ji bo pêdiviyên welatiyan temamkirin e.

Serokatiya Fransayê destnîşan kir ku NY’yê texmîn kir ku pêdiviya welatiyan bi zêdetirî 350 milyon dolar heye.

(fr)

ANHA