​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin

Li Helebê ji bo şermezarkirina Komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an a li ser Şengalê meşek hate lidarxistin. Di meşê de bang li civaka  navneteweyî hate kirin ku komkujiya li ser Şengalê wekî qirkirinekê nas bike.

​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
​​​​​​​Li Helebê ji bo Şengalê meşek hate lidarxistin
3 tebax, 2021   20:04
HELEB

Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmesûdê bi boneya salvegera 7`emîn a komkujiya Şengalê ku 3`yê Tebaxa 2014`an pêk hat û bi dirûşmeya"Bi rihê berxwedana şêniyê Şengalê em ê hemû gelên bindest rizgar bikin" bi tevlêbûna bi sedan êzidî û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

Bi sedan şêniyên civaka êzidî û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxê kom bûn û pankartên bi nivîsên"Bi rihê berxwedana şêniyên Şengalê em ê hemû gelên bindest rizgar bikin", "Na ji dagirkeriya Tirk re "Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re erê", "Xwîna Kurdan ne erzan e û kujer dê di şexsê Erdogan de berdêlên giran bidin" vekiribûn û wêneyên şêniyên Şengalê û wêneyên koçberkirina wan a ji gundên wan rakirin. Di vê navberê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk û îxanetê hatin berzkirin.

Meşli pêşiya Meclisa Şehîd Gelhat a li aliyê rojhilat veguherî mîtîngê.

Li wir deqeyeke rêz hat girtin, piştre hevserokê Meclisa Şehîd Gelhat, Selah Sîno îşaret bi komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an li Şengalê pêk anîbûn kir û got: "Di komkujiya Şengalê de bi hezaran sivîl şehîd bûn, derdora 7 hezar jinên êzidî hatin revandin li bazarên Musil, Reqa û herêmên ku dagir kiribûn, dihatin firotin. Li hemberî vê yekê heta niha wijdanê cîhanê neliviye ku ceza li sûcdaran û piştevanên wan bibire."

Sîno anî ziman ku komkujî û fermanên ku li dijî Kurdên êzidî hatin kirin, bi fermana gelek dewletan, di serî de dewleta dagirker a Tirk pêk hat da ku civaka êzidî qir bike û Şengalê dagir bike.

Endama Koordînasyona Jinên Êzidî ya Rojava Newroz Edo got: "Dema komkujî li Şengalê pêk hat, tevahî cîhan li dîmenên qetkirina komî ya jin, mêr û zarokên me yên êzidî temaşe dikirin bêyî ku tu helwestî nîşan bibin."

Newroz Edo îşaret pê kir ku HPG, û YPG û YPJ`ê bi hawara êzdiyan ve hate, korîdoreke mirovî vekir û ew gihandin cihên ewle û wanji mirinê rizgar kirin.

Newroz Edo bang li civaka navneteweyî kir komkujiya li Şengalê wekî qirkirineke komî li dijî etnîk û baweriyekê nas bike û sûcdaran radestî dadgehe navneteweyî bike.

Mîtîng bi sloganên"Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA