KONGRA GEL: Komkujî û xweseriya Şengalê nas bikin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi boneya salvegera êrişên qirkirina li ser êzidiyan daxuyaniyek da destnîşan kir ku xebatên esasî yên vê demê bên kirin wê ji bo nasandina statûya Şengal û qirkirina wê be.

KONGRA GEL: Komkujî û xweseriya Şengalê nas bikin
2 tebax, 2021   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bi boneya salvegera 7’an a êrişên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî û Şengalê daxuyaniyek da û ev got: “Di 7’emîn salvegera komkujiya Şengalê de kesên jiyana xwe ji dest dane, jin-zarok-mirov em wan tevahî bi rêzgirtin bi bîr tînin. Dîsa hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke giştî parastin. Em deyndarên wan in, dê di dîroka gelê Kurdistanê de her tim bijîn.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hember êrişên DAÎŞ’ê PDK’ê û artêşa Iraqê gelê Şengalê ne parast û bi vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wan bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan a li dijî gelê Şengalê hê jî berdewam e, pêwîst e were guhertin.

Li dijî Fermana 74’emîn, gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Anku di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şegalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadî û serketinê ye.

Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdewam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şingalê bi fermî neyê pejirandin, wê xeterî li ser Şengalê hebe.

Ji ber vê yekê jî xebateke esasî ya vê demê, di qada navneteweyî de bi fermî pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye. Pêwîst e bi tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanê li destkeftiyên Şengalê xwedî derkevin, pejirandina komkûjî û statuya gelê Şingalê ji NY’ê daxwaz bikin.

Dewletên dagirker li kû derê li ser gel û hêzên Kurd êriş bike, pêwîst e tevahî sazî û rêxistinên Kurdistanî bi hev re yek bin, planên dagirkeran vala derxin. Li ser vî esasî pêwîst e tevahî gelên Kurdistanê xwedî li gelê Şingalê derkeve.

Ji ber 74 fermanên li ser civak êzîdî pêk hatiye, gelên Kurdistanê û bi giştî mirovahî deyndarên civaka êzîdî ne. Niha dema xwedîderketina li civaka êzidî ye, niha dema efûxwestina ji civaka êzidî ye. Bi pêkanîna daxwazên gelê Şengalê, ev daxwaz dikare bi cih bibe. Ev jî bi pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye.

Di vî warî de em berxwedana gelê Şengalê pîroz dikin û ji dil ve silav dikin, heta dawî em bi berxwedana wan re ne. Azadî bê bedel nabe. Serketin ya gelê me ye.”