Hêzên Ewlekariyê detayên qetilkirina Rûken Mehmûd eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya bûyera qetilkirina jina bi navê Rûken Mehmûd eşkere kir û diyar kir ku Rûken ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin .

Hêzên Ewlekariyê detayên qetilkirina Rûken Mehmûd eşkere kirin
2 tebax, 2021   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qetlikirina jina bi navê Rûken Mehmûd daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "7'ê Tîrmeha borî sûcê qetilkirina jina bi navê Rûken Mehmûd li ser rêya Ebyed a di navbera Hesekê û Reqayê de hate kirin. Têkildarî vê yekê di medyayên civakê de hate gotin ku jina mexdûr Rûken û zarokên wê û birayê wê rastî êrişeke terorîst hatin û di encamê de wefat bû.

Di encamê şopandin û lêpirsînê ku gelek rojan dom kir, wergirtina îfadeya birayê wê mexdûra Rûken ji aliyê aliyê Nivîsgeha Têkoşîna Li dijî Sûcan a Reqayê ve, agahiyên ku nivîsgehê kom kirine, şopandina kamereyên çavdêriyê û piştî lêpirsîna bi bîrayê mexdûr re ku pê re bû, diyar kir ku ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin, plana qetilkirinê 10 rojan dewam kir û ji raya giştî re hate nîşandan ku êrişek li dijî wan pêk hat. Birayê mexdûr Rûken Mehmûd dema xwişka xwe bi hinceta ku bavê wan nexweş e, ji Reqayê dibirin Hesekê li ser rêya Ebyet ew qetil kir û guleye berda xwe û ji hêzên me yên ewlekariyê re îdia kir ku komeke çekdar êrişî wan kir da ku pereyên wan bidizin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelê xwe û raya giştî re dibêjin ku guh nedin nûçeyên derew ku medyayên civakî ji bo derxistina aloziyê belav dikin.

Malpera fermî ya hêzên me rastiya pirsgirêkên girêdayê ewlehiyê eşkere dike. Careke din em soz didin ku parastina şêniyan bikin û kesên ku ewlehî û aramiya ku bi saya xwîna şehîdên me hatiye pêkanîne xirab dikin, muhasebe bikin."

ANHA