Li Til Temirê dayîkek û zarokê xwe bi topên artêşa dagirker birîndar bûn

Nûçegihanê me ragihand ku di encama topbarana dewleta Tirk li ser gundewarên navçeya Til Temirê de, dayîkek û kurê xwe birîndar bûne.

Li Til Temirê dayîkek û zarokê xwe bi topên artêşa dagirker birîndar bûn
2 tebax, 2021   12:49
HESEKÊ

Nûçegihanê me diyar kir ku dayîka bi navê Eyşe El-Hesen (40) û kurê wê Hisên Salim (4) birîndar bûn.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku dayîk û zarokê xwe ku ji ber topbaranê ji gundê xwe derketin, li nêzî hola El-Selam a rojhilatî navçeyê birîndar bûn.

Her wiha teqez kir ku ji ber topbarana bê ser û ber, şêniyên gund û şêniyên gundê derdorê koçber bûne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YbumwEEs2HI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>