Li Dirbêsiyê û Dêrazorê rê têne qîrkirin

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê li navenda navçeyê dest bi projeya qîrkirinê (îsfeltkirin) kir. Şaredariya Gel a gundewarên rojavayî Dêrazorê jî dest bi qîrkirina rêya El-Sewa ya sereke kir.

Li Dirbêsiyê û Dêrazorê rê têne qîrkirin
2 tebax, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0p_iCWa28dY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li gorî berpirsê projeyê, kolana fireh a taxa rojhilat, kolana fereh a taxa rojava, kolana Berîdê, kolana dibistanan û kolana pîşesaziyê yên navçeya Dirbêsiyê, dê werin qîrkirin.

Berpirsê projeyê diyar kir ku 15 roj ji bo pêkanîna projeyê re hatine diyarkirin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6sv7v_lIn-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şaredariya Gel dest bi qîrkirina rêya bajarokê El-Sewa ya rojhilatê Dêrazorê, kir.

Li gorî hevserokê şaredariya El-Sewa Zekeriya Esaf, xebatê wan di du rojan de wê bi dawî bibe û rê li çûn û hatinê dê were vekirin.

(bx)

ANHA