Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr: Rewşa tenduristî ya nûnerê me xirab e

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan agahî girtine ku rewşa tenduristî ya nûnerê wan Cîhad Hesen ne baş e. Nûnertiyê PDK`ê ji wê yekê berpirsiyar nîşan da.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr: Rewşa tenduristî ya nûnerê me xirab e
2 tebax, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Têkildarî mijarê, nûnertiyê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:"Piştî ku 53 roj li ser girtina nûnerê me ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDK`ê ve derbas bûn, îro me agahiyên rast ên der barê xerabûna rewşa tenduristî ya nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen, wergirt.

Em wekî nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Herêma Kurdistanê dibînin ku PDK`ê berpirsê jiyana hevreyê me Cîhad e. Ji ber ku Cîhad berê jî pirsgirêkên xwe yên tenduristî hebû.

Domandina girtina wî bê tu sedeman, rewşa wî ya jiyanî dixe metirsiyê.

Em bang li aliyên peywendîdar ên PDK`ê dikin ku yekser nûnerê me yê li Hewlêrê berde."

(kc)

ANHA