​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 5 kesên din bi Koronayê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi Koronayê ketin
2 tebax, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Koronayê ketine 2 mêr, 3 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Qamişlo: 4

Mistefa daxuyand ku 2 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 hezar û 694 kes bi Koronayê ketine, 784 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 899 kes baş bûne.

(cx)