Dagirkeriya Tirk rasterast dibistana Gozeliyê ya li Til Temirê kir hedef

 Artêşa Tirk rasterast êrişî dibistana gundê Gozeliyê yê li rojvayê Til Temirê kir, di encamê de dibistan hilweşiya û ji xizmetê derket.

Dagirkeriya Tirk rasterast dibistana Gozeliyê ya li Til Temirê kir hedef
2 tebax, 2021   08:26
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji 10’ê Cotmeha 2019’an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundewarên navçeya Til Temirê ku tê de şênî hene topbaran dikin. Bi wê re peymanên agirbestê yên bi sponseriya Rûsya û Amerîkayê re îmze kirin bin pê dike.

26 û 27’ê Tîrmeha borî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran rasterast gundê Gozeliyê yê li rojavayê Til Temirê yê kantona Hesekê kir armanc, di encamê de dibistan ji xizmetê derket.

Gundê Gozeliyê li ser rêya M4 e û 300 metre ji nuqteyên dagirkerî û çeteyên wê ve dûr e û bê navber rastî êriş û topbarana dagirkerî û çeteyên wê tê.

‛DI DEMA XWENDEKAR LI DIBISTANÊ DE BÛN, YEKSER HAT ARMANCKIRIN’

Têkildarî êrişên yekser ên dagirkeriya Tirk li dijî dibistana Gozeliyê endama rêveber a Komeleya Perwerdê ya Til Temirê Behiya Mamo wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zêdetirî carekê dibistana Gozeliyê rasterast kirin armanc kir. Heta dema xwendekar di dibistanê de bin jî dagirkerî û çeteyên wê dibistanê topbaran dikin. Ew jî jiyana wan dixe xeteriyê. Ji lew re em neçar dimînin ku carinan dibistanê bigirin ku xwendekar û mamosteyan biparêzin."

‛ÊDÎ PERWERDE LIGEL TOPBARANÊ BERDEWAM NABE’

Girêdayî vê yekê, Behiya Mamo da zanîn ku piştî her topbaranekê ew dibistanê li gorî xwestekên xwendekaran vedikin û wiha got: "Lê belê bi vê êrişê re disbistan ji xizmetê derket. Ji ber bi hatiye wêrankirin û perwerde tê de nayê dayîn".

‛ARMANCKIRINA DIBISTANAN SÛCEKÎ ŞER E’

Behiya Mamo bal kişand ser armanckirina dibistan û avahiyên xizmetê û got: "Li gorî NY’yê sûcekî şer e. Gelo çima civaka navnetweeyî û saziyên têkildarî çavên xwe li van sûcan girtine û bê deng in? dagirkeriya Tirk mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike, çima civaka navneteweyî bê deng e?"

Endama rêveber a Komeleya Perwerdê ya Til Temirê Behiya Memo di dawiyê de got divê dewleta Tirk têkildarî van sûcan were cezakirin.

Bi topbaran û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî dibistana gundê Gozeliyê, dibistan ji xizmetê derket, ev jî dibe sedem ku gelek xwendekar ji xwendinê bê par bin.

Di demeke berê ya vê hefteyê de gundên Til Temirê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bê ser û ber dihatin topbarankirin. Wê jî hişt ku şênî koçber bibin û li bejahiyê razên û gelek zirar li mal û milkên şêniyan çêbibin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VRoduP-rpTs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>